Handicap: Bombeyên neteqiyayî gefê li Kobanê dixwin
Handicap International a mafên astengdaran diparêze û li 61 welatan dixebite ragihand ku bombeyên neteqiyayî gefeke mezin li sembola berxwedanê Kobanê dixwin.
Handicap International a mafên astengdaran diparêze û li 61 welatan dixebite ragihand ku bombeyên neteqiyayî gefeke mezin li sembola berxwedanê Kobanê dixwin.
Handicap International a mafên astengdaran diparêze û li 61 welatan dixebite ragihand ku bombeyên neteqiyayî gefeke mezin li sembola berxwedanê Kobanê dixwin.
Pisporên Handicap International di Nîsana 2015'an de heyete çavdêr şand Kobanê. Heyetê encamên pevçûnên dijwar ên li navenda Kobanê û li taxên bakur û başûr, bi çavê xwe dît.
Li gorî vê rêxistina civakî ya sivîl, şerê bejahî û bombebarana hewayî, ji sedî 80 ê avahiyên li bajêr xera kirine.
Pisporên rêxistinê li Kobanê, bi qasî 1.000 cure bombe dîtin. Hat ragihandin ku hin ji van bi qasî 10 metreyan dirêj in.
Pisporan dan xuyakirin ku bombeyên ji 250 kîlogramî heta tonekê hatine bikaranîn, 700 êrîŞên hewayî hatine kirin û li navenda bajêr bi 40 maşînên bombebarkirî êrîş hatine kirin.
ÇAVDÊRIYA HEYETÊ
Handicap International rewşa li Kobanê bi vî rengî kurteber kir:
"Li Kobanê teqemeniyeke bê hejmar ên ne teqiyayî, veşartî ne. Li navenda Kobanê, li her metreçargoşeyê bi qasî 10 teqemenî hene. Teqemeniyên ne teqiyane, gefê li jiyana Sûriyeyiyên li Kobanê vedigerin dixwin û alîkariya însanî tê astengkirin. Handicap International ji bo pêşî li rîska qezayan bigire, kampanyayên hestyariyê organîze dike û ji bo paqijkirina herêmê ji teqemeniyan, dest bi çalakiyan kir."
Tek ji pisporên rêxistina civakî ya sivîl Handicap International Alma AL-Osta jî çavdêriyên xwe bi vî rengî ragihand:
"Kobanê kabûsên herî xerab dijî. Beşeke mezin a Kobanê hilweşiya ye. Çek û teqemeniyên ewçend zêde yên neteqiyan e, ji gelek cûreyan e."
'TEQEMENIYÊN NETEQIYA NE, GEFÊ LI JIYANA ROJANE DIXWIn'
Alma Al-Osta got, "Teqemenî û xefikên neteqiya ne, rojane gefê li mirovên li Kobanê vegeriyane, dixwin. Ev qirêjiya çekan, li pêşiya ji nû ve avakirina jiyana mirovan asteng e û pêşî li bikaranîna gelek qadan asteng e."
Handicap International xwest bi lezgînî tedbîr were girtin, bal kişand ser girîngiya perwerdeya di vî warî de û bang li civaka navneteweyî kir.