Komîteya Rêveber a PKK'ê di şexsê Ahmet Kesîp (Cîmşît), Mûstafa Omurcan (Sari Omer), Sabrî Gozubuyuk (Hecî) û Sûltan Yavûz (Leyla) de cangoriyên meha Gulanê bibîr anî.
ANF
BEHDÎNAN
çarşem, 27 gulanê 2015, 14:34
Komîteya Rêveber a PKK'ê, di malpera fermî ya înternetê de daxuyaniyek weşand û 'Şehîdên Meha Gulanê' bibîr anî.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Şehîd ji bo gelan di asta menzûme û gurzê nirxên herî pîroz de, îfadeya herî bi rûmet û watedar a jiyanê, mînaka fedakirina exlaqî ye" û ev xal hat destnîşankirin: "Şehîdên me hesret û bîranîna ya hatiye jiyîn û çavkaniya afirandina pêşerojê ne. Bi bîranîn, hesret û rûmetdariya xwe re di nava dema heyî de dijîn û ji bo pêşerojê qîrîneke îsyan û eşqa azadiyê ne. Ji bo wan dema bihurî nîne... Ew pira duh, îro û pêşerojê digihîne hev in. Ew bûne dilê mezlûman, zimanê xizanan û hestên îsyan û êşê yên gelan, mîna wêneyekî jê naçe di bîranînên xwe de vedihewînin. Yanî ew îfade û bîrdariya exlaqa azadî û hêza wateyê ya civakê ne, ku bi jiyanên nû re zêde dibin. Ji ber ku li cihê ew lê dijîn û tên jiyîn zilm, serî tewandin, xapandin nîne. Rêbaza li dijî rastiya gel û civakê ya dîrokî, feraseta 'jiyîn û dane jiyîna xwe bi xwe' nîne.
Şehîdên me belgeyên rûmetê ne ku bi dil û ruhê xwe re li vê erdnîgariyê neqişîne. Hişmendiya gelbûyîn û ruhê bîra me ya kolektîf in. Şopa jiyana me, gotina armancên me ne. Di jiyana nû ya gelê Kurd de her şehadet, eşq, dilsozî û hesreta bê dawî, hêrs û îsyana mezin a li dijî zilmê ye."
Daxuyaniya PKK'ê bi vî rengî dewam kir:
"Em van berxwedêrên mezin ên hêrs û îsyanê, di kesayetiya Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê navê efsanewî yê Serhedê Cemşît-Ahmet Kesîp û hemû hevrêyên leheng ên di berxwedana Benavokê de jiyana xwe ji dest da, navê mezin ê welatparêziya Pazarcixê Endamê Cîgir ê Komîteya Navendî ya PKK'ê Sari Omer-Mûstafa Omurcan, nûnerê herî xurt ê kevneşopiya berxwedana Semsûrê û bîrdariya milîtaniyê Hecî-Sabrî Gozubuyuk û sembola jinên Hîlwanê Leyla-Sûltan Yavûz, bibîr tînin.
Yek ji afirînerên dîroka nû ji şehîdên dema partîbûyînê hevrêyê me Muslum Barin ê li Riha-Pirsûsê ji dayik bû di 23'ê Gulana 1979'an de li Mêrdînê, hevrêyê me Îsmaîl Pehlîvan ê li Riha-Hewengê ji dayik bû di Gulana 1979'an de li Dîlokê, hevrêyê me Abdulkadîr Zana ê li Riha-Serêkaniyê ji dayik bû di Gulana 1980'î de li Mêrdînê, hevrê Îsa Demîrcî yê ji Riha-Sêeregê di Gulana 1980'î de li Rihayê, Selîm-Seyfî Doganay ê ji Melkişî ya Dêrsimê di Gulana 1981'ê de li Dêrsimê, hevrê Huseyîn Yuce yê ji Mêrdînê di 28'ê Gulana 1984'an de li zîndana Amedê û hevrê Şerîf-Omer Aslan ê ji navçeya Amed Erxeniyê di 15'ê Gulana 1986'an de li Semsûrê şehîd ketin. Em hemû hevryên xwe yên li dijî mêtînger û nokeran li çiyê, bajar û zîndanan bi lehengî li ber xwe dan û gihîştin şehadetê bi rêzdarî û mînetdarî bibîr tînin û soza xwe dubare dikin ku em ê bîranîna wan bidin jiyîn.
Em, Akîf-Hasan Bulbul ê ji Kayserî-Sarizê û hevrêyên pê re yên di 26'ê Gulana 1988'an de li Çewlikê jiyana xwe dan bi rêzdarî bibîr tînin.
Di kesayetiya hevrê Hasan Akgul ê ji Mêrdîn-Kerboranê de em hemû hevrêyên xwe yên di berxwedana lehengî ya 22'ê Gulana 1989'an a li Botanê de bibîr tînin û soza xwe dubare dikin ku em ê têkoşîna wan bi şoreşê re tacîdar bikin.
Ji ewladên bijarte yên Botanê hevrêyê me Erdal-Osman Sîdar ê ji gundikê Melê yê Şirnexê, di 30'ê Gulana 1990'î de li eyaleta me ya Botanê di şerê li hemberî hêzên mêtînger de şehîd ket. Em wî û hemû hevrêyên pê re şehîd ketin bi rêzdarî bibîr tînin.
Hevrêyên me Şamîl-Yakûp Aktaş ê ji Konya Cîhanbeylî û Krîvo-Nacî Donat ê ji Mereş-Pazarcixê di 28'ê Gulana 1991'ê de li eyaleta me ya Başûrrojava bi komeke hevrêyan re şehîd ketin, em şehadeta wan bi mînetdarî bibîr tînin û bi rêzdarî bejna xwe li ber bîranîna wan ditewînin.
Em hevrêya xwe Cahîde-Emîne M. Suleyman a ji Efrînê û hevrêyên pê re yên di 23'ê Gulana 1992'an de li eyaleta me ya Başûrrojava şehîd ketin bi rêzdarî bibîr tînin.
Di kesayetiya hevrêyê xwe Zinar-Sûat Yuksekbag ê ji Hawêl-Sêrtê de, hemû hevrêyên di 24'ê Gulana 1992'an de li eyaleta me ya Xerzanê şehîd ketin, bi rêzdarî bibîr tînin.
Em hevrê Yaşar-Mûsa Bîlen ê ji Şirnex-Qilaban-Hîlalê û hevrêyên pê re yên di 26'ê Gulana 1992'an de şehîd ketin, bi rêzdarî bibîr tînin û dilsoziya xwe ya bi bîranînên wan re dubare dikin.
Nûrettîn-Yûnûs Ergul ê ji Agirî-Bazî û hevrêyên pê re yên di 27'ê Gulana 1992'an de li herêma Çiyayê Agirî di encama çalakiya li hemberî qereqolê de gihîştin şehadetê, bi rêzdarî bibîr tînin.
Di şexsê hevrêyê xwe Dilbirîn-Mahmût Varlik ê ji Amed-Bismilê de hemû hevrêyên xwe yên di 25'ê Gulana 1993'an de li eyaleta Erzîromê şehîd ketin bibîr tînin û diyar dikin ku bîranînên wan sedema têkoşîna me ne.
Qertewîn-Alî Denîz ê ji Mûş-Milazgirê û hemû hevrêyên pê re di 27'ê Gulana 1993'an de li bejahiya Çewlikê şehîd ketin bi rêzdarî û mînetdarî bibîr tînin.
Aysel-Emîne Elî ya ji Qamişlo û hevrêyên pê re yên di 30'ê Gulana 1993'an de li eyalet Xerzanê gihîştin şehadetê, em dibêjin em ê hevrêyên wan bin.
Di şexsê hevrê Rêzan-Abdûllah Kemaloglû ê ji Erzîrom-Tatosê de hemû hevrêyên di 30'ê Gulana 1994'an de li Çewlik-Gexî şehîd ketin bibîr tînin û destnîşan dikin ku sedemên şehadetê sedemên me yên jiyanê ne, ku nayên guhertin.
Di şexsê hevrê Mûrat-Semîr Hasan Reşît ê ji Efrînê de, hemû hevrêyên xwe yên di operasyona hêzên dagirker de di berxwedana 21'ê Gulana 1995'an de li Çiyayê Cûdî jiyana xwe ji dest dan bibîr tînin û bejna xwe li ber şehadeta wan bi rêzdarî ditewînin.
Devrîm-Yasemîn Ozel a ji Edeneyê û hemû hevrêyên pê re yên di 22'ê Gulana 1995'an de li Amedê şehîd ket bi şukran û rêzdariyê bibîr tînin.
Di şexsê hevrêya xwe Hêvîdar-Necat Balica ya ji Şirnex-Deşta Darê de, hevrêyên xwe yên di 31'ê Gulana 1995'an de li Botan Bişêreşê şehîd ketin bibîr tînin û dibêjin ku em ê têkoşîna wan bigihînin şoreşê.
Hevrê Davût-Şepal Emîn ê ji Qamişlo û hevrêyên pê re di 31'ê Gulana 1995'an de li Botan-Garisa jiyana xwe ji dest dan, em wan bi rêzdarî bibîr tînin.
Di şexsê hevrê Jêhat-Yûsû Akgul ê ji gundê Horgof ê Agiriyê de, hevrêyên di Gulana 1995'an de li herêma Zagros Ertûşê şehîd ket, bibîr tînin û soza xwe dubare dikin ku em ê soza xwe bicih bînin.
Hevrê Selîm-Salih Bûdak ê ji navçeya Şirnex Cizîrê û hevrêyên pê re yên di 21'ê Gulana 1997'an de li Botanê şehîd ketin bi mînetdarî bibîr tînin û bejna xwe li ber bîranîna wan bi rêzdarî ditewînin.
Şiyar-Burban Mûsayev ê ji gelê me yê li Kazakîstanê ye û hevrêyên pê re, di 28'ê Gulana 1997'an de li deştên Sînek ên Serhedê di şerê li dijî hêzên dagirker de şehîd ket, bi rêzdarî wî bibîr tînin.
Hawar-Abdûlfettah Şêx ê ji Efrînê û hevrêyên pê re di 23'ê Gulana 1998'an de li Botanê şehîd ketin bi rêzdarî bibîr tînin û dilsoziya xwe ya bi têkoşîna wan re careke din tînin ziman.
Di şexsê hevrêyên xwe Rûken-Vesîle Konût a ji Şirnex-Silopiyê û Serhat-Hasan Yildirim ê ji Riha-Xelfetiyê de, hemû hevrêyên xwe yên di 25'ê Gulana 1998'an de li herêma Behdînanê şehîd ketin bi mînetdarî bibîr tînin û bi rêzdarî bejna xwe li ber şehadeta wan ditewînin.
Em hevrêyê xwe Dara-Mûhammed Ramazan ê ji Dêrik-Rojava û hevrêyên pê re yên li herêma Colemêrgê di encama çalakiyekê de di 27'ê Gulana 1998'an de şehîd ketin bibîr tînin û destnîşan dikin ku em ê heta dawiyê bi sedemên şehadeta wan re dilsoz bin.
Têkoşîn-Aydin And ê ji Êlihê û hevrêyên pê re yên di 30'ê Gulana 1998'an de li herêma Amedê jiyana xwe ji dest dan, bi rêzdarî bibîr tînin.
Di şexsê hevrêyê xwe Nadir-Serkan Ogûz ê ji Stenbolê de hemû hevrêyên di 24'ê Gulana 1999'an de li herêma Erzîngan-Kemaliyeyê şehîd ketin bi rêzdarî bibîr tînin û soza xwe ya dilsoziya bi şehîdan re dubare dikin.
Pervîn-Semîra Hemo ya ji Helebê û hemû hevrêyên pê re yên di 26'ê Gulana 1999'an de li Botanê şehîd ketin bi rêzdarî û mînetdarî bibîr tînin.
Di şexsê Nûrhak-Samet Turkoglû yê ji Mereş-Elbîstanê de hemû hevrêyên xwe yên di 27'ê Gulana 1999'an de li herêma Zagros-Zerzanê şehîd ketin bi mînetdarî bibîr tînin û li pêşiya şehadeta wan bejna xwe bi rêzdarî ditewînin.
Jiyar-Aras Abdûllah Mûhammed a ji Kerkûkê ya li Behdînanê di Gulana 1997'an de şehîd ket, Baran-Fatma Arslan a ji Erdexanê ya li Metîna di 30'ê Gulana 1999'an de şehîd ket, Şervan-Halîs Ûzûnaras ê ji Îdirê yê li Wanê di Gulana 1999'an de şehîd ket, Rustem-Omer Muslum ê ji Kobanê yê di Gulana 2007'an de li Mêrdînê şehîd ket, Erdal-Guven Akkûş ê di 22'ê Gulana 2007'an de li Enqereyê di çalakiya fedaî de tevlî karwanê şehîdan bû, Devran Nûjiyan-Îbrahîm Medranî yê ji Ûrmiyeyê yê li Amanosê di 29'ê Gulana 2010'an de şehîd ket bi rêzdarî û mînetdarî bibîr tînin û diyar dikin ku têkoşîna me ya jîndarbûyîna di rêyên wan de, armanca me ya yekane ye.
Bi bîranîna Şehîdên xwe yên Meha Gulanê re ku bi hezaran e, di kesayetiya yek ji nûnerên xurt ên kevneşopiya berxwedana şoreşgerî ya Tirkiyeyê Sînan Cemgîl de em hemû şehîdên şoreşa Tirkiyeyê bibîr tînin, milîtanê bijarte yên enterasyonalîzmê Ferhan-Osman Sarikûş bibîr tînin, di şexsê hevrê xwe Andok-Ramazan Yilmaz ê nûnerê bijarte yê cewhera milîtaniya PKK'ê ye û xwedî sekna bi vîn a fedayî ya sînoran nasnake, di şexê hevrê Êrîş-Cengîz Ozek de diyar dikin ku em ê her tim bi milîtaniya canfedaî re li cem gelê xwe bin. Di şexsê yek ji fermandarên mezin ên Şoreşa Rojava Rûbar Qamişlo de em soz didin ku em ê heta dawiyê bi şehîdên Şoreşa Rojava re dilsoz bin; em bang li gelê xwe û gelên Tirkiyeyê yên şoreşger-demokrat dikin ku li dora şehîdên şoreşê yên sembola fedekariyê ne bicivin, li hemberî hêzên şer ên zalim, zordar û desthilatdarparêz, rawestin."