Cenazeyê Şervanê YPG'ê Yildiz bi girseyî hat oxirkirin
Cenazeyê Şervanê YPG'ê Vedat Yildiz (Kendal Baz) ê ku li Hesekê jiyana xwe ji dest da li gundê Toraqa yê Mûşê hate veşartin.
Cenazeyê Şervanê YPG'ê Vedat Yildiz (Kendal Baz) ê ku li Hesekê jiyana xwe ji dest da li gundê Toraqa yê Mûşê hate veşartin.
Cenazeyê Şervanê YPG'ê Vedat Yildiz (Kendal Baz) ê ku li Hesekê jiyana xwe ji dest da li gundê Toraqa yê Mûşê hate veşartin.
Cenazeyê Şervanê YPG'ê Vedat Yildiz (Kendal Baz) ê ku li bajarê Hesekê yê Rojava di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da ji Amedê hat wergirtin û anîn Mûşê. Cenazeyê Yildiz li pêşiya navçeya Kopê ji aliyê sedan wesayîtan ve hate pêşwazîkirin û piştre li ser navçeya Milazgirê anîn gundê Toraqayê.
Di ketina gund de darbesta Yildiz ji aliyê welatiyan ve hate wergirtin û birin mizgefta gund. Di merasîma cenaze de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK û YPG'ê hatin vekirin û dirûşmên "Bijî Serok Apo", "PKK gele gel li vir e" û "Bijî berxwedana YPG" hatin berzkirin. Li qada gund li ber sirûda "Çerxa Şoreşê" rêz hat girtin û piştre Nûnerê MEYADER'ê yê Mûşê Îrfan Kandemîr axivî û spasî li hemû kesên tevlî merasîma cenaze bûn kir.
Namzetê HDP'ê yê Mûşê Mensûr Işik jî diyar kir ku têkoşînekî zêdehî 40 salan heye û felsefe û bîrdoziya Ocalan gelê kurd ji tinebûnê derxist û got: "Êdî hemû cîhan vî gelî dinase. Di berxwedana dîrokî ya Kobanê de rêhevalê me Vedat di vê rêya bi şeref û rûmet de şehîd ket. Em soz didin wan em ê her tim xwedî li doza wan derbikevin."
Bavê Yildiz Alîcan Yildiz jî got 'şehîd ê hemû Kurdistanê ye'.
Piştî axaftinan cenazeyê Yildiz ji aliyê gel ve bi meşê birin goristanê û bi dirûşmeyan hat definkirin.