Cenazeyên 2 şervanên YPG'ê ber bi Rihayê ve hatin şandin

Cenazeyên şervanên YPG'ê Mûstafa Tûnç (Jêhat Teyî) û Ahmet Yilmaz (Rêber Devî) ên li Kobanê jiyana xwe ji dest dan, ji Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê hatin wergirtin.

Cenazeyên şervanên YPG'ê Mûstafa Tûnç (Jêhat Teyî) û Ahmet Yilmaz (Rêber Devî) ên li Kobanê jiyana xwe ji dest dan, ji Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê hatin wergirtin.

Cenazeyê Şervanê YPG’ê Mustafa Tunç (Jêhat Teyî) ê ku di 25’ê Gulanê de li Kobanê jiyana xwe ji dest da û Cenazeyê Şervanê YPG’ê Ahmet Yilmaz (Rêber Devî) ê ku di 15’ê Cotmeha 2014’an de jiyana xwe ji dest dabû anîn Rihayê. Malbatên ji bo cenazeyên zarokên xwe werbigirin hatin Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê. Lê Qeymeqamtiya Pirsûsê bi hinceta destûra Walîtiya Rihayê tineye destûr nedan malbat cenazeyan werbigirin. Di hevdîtina Parlementerê HDP'ê Îbrahîm Ayhan û Waliyê Rihayê de jî ti encama derneket. Li ser vê yêkê welatî li ber Deriyê Sînor heya derengî şevê bi biryar rawestiyan û gotin heya cenazeyan wernegirin naçin. Li ser biryarbûna gel seat di 22.00'an de li Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê ji rêveberên Kantona Kobanê teslîm wergirtin û anîn Pirsûsê. Cenazeyên şervanên YPG'ê bi dirûşemeya "Şehîd namirin" ji Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê sewqî Saziya Tipa Edlî ya Rihayê kirin.

Piştî karên otopsiyê wê cenazeyê Tûnç bibin Sîlopî, cenazeyê Yilmaz jî wê bibin Colemêrgê.