Pêngava Fermandar Rûbar Qamişlo di roja 22. de didome

Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku di pevçûnên li derdora bajaroka Mebrûka 11 gund hatine rizgarkirin, 184 çete hatine kuştin, tangek, 2 panzer û gelek çek û cebilxane desteser kirine.

Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku di pevçûnên li derdora bajaroka Mebrûka 11 gund hatine rizgarkirin, 184 çete hatine kuştin, tangek, 2 panzer û gelek çek û cebilxane desteser kirine.

Têkildarî şer û pevçûnên li rojavayê Serêkaniyê navenda çapemeniya YPG’ê daxuyaniyek nivîskî weşand. Daxuyaniya navenda çapemeniya YPG’ê wiha ye:

“Hemleya Fermandar Rûbar Qamişlo ya bi armanca rizgarkirina gund û bejahiya rojavayê Kantona Cizîrê hatibû destpêkirin di roja xwe ya 22’an de bi serketî berdewam dike.

Hêzên me operasyonên xwe yên di çarçoveya merhaleya duyemîn a hemleya me de li başûrrojavaye Serêkaniyê li dar dixin didomînin. Hêzên me piştî bajaroka stratejîk a Mebrûka rizgar kirin şevê din berê xwe dan xeta sînor û gundên li vê herême hedef kirin.

Hêzên me şevê din li vê herême gundên Dexim Eccac, Xirbit Silaca, Zênkat, Şîrketa Libî, Sîbî Oso, Bîr Şîmo, Xalidiyê, Ne’san, Edwaniyê û Edwaniyê Şîmal ji çeteyan paqij kirin û gihandin azadiya xwe.

Piştî van gundan hat rizgarkirin bajaroka Rawiya û gundê Dehma ya ku li heman herême ye û ji bo çeteyan gelek stratejîk e bi temamî hatiye dorpeçkirin. Îro danê sihare jî hêzên me gundê Dehma ya ku di dorpeçe hêzên me de bû ji çeteyan rizgarkirin û gihandin azadiya xwe.

Pevçûnên dijwar 3 rojin li qadê rû didin, bi qasî hatiye zelalkirin 184 çete hatine kuştin. 53 termê çeteyan jî ketiye destê hêzên me de.

Hêzên me li vê qadê tangek, 2 panzer, 1 hewana 82 mm, 1 hawana 60 mm, 2 doçka 23,5 mm, 3 doçka 14,5 mm, 2 doçka 12,5 mm, 30 kleş, 5 BKC, 5 roketavêja B7, 10.000 fîşeka kleş û 50 şerjorên kleş, 10.000 fîşeka BKC û 50 zîncirên BKC, 30 guleyên roketavêjan B7, 500 fîşeka doçka 23,5 mm, 1 ambûlans û hejmarek zêde amûrên leşkerî ya çeteyan bi dest xistiye.ˮ