KURDISTAN
Meclisa Gel a Şengalê û Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi daxuyaniyekî bernama 12’emîn salvegera Fermana 3’yê Tebaxê eşkere kirin. Wê 10 rojan li Sûka Serî ya Şengalê çalakiyên bîranînan bên lidarxistin.
Xelkê Xaçortê ku li dijî zêdebûna firotina tiryakê li taxên xwe di destê wan de dar û nobetê digirin, diyar kir ku ew ji bo parastina siberojê li wir in û got, ew ê têkoşînê bidomînin.
Dûran Kalkan diyar kir ku neguhertina mercên li Îmraliyê baweriya bi pêvajoyê lawaz kiriye û got, guhertina qanûnî eger mercên kar û jiyana azad û siyaseta demokratîk a Rêber Apo li xwe negire, wê neyê qebûlkirin.
Rêveberiya Tevgerê: Li gorî xwezaya pirsgirêkê ya ku tê xwestin bê çareserkirin, divê qanûnek bê derxistin ku ji Rêbertî heta bi şervanan her kesî tevlî siyaseta demokratîk bike ku azadiya fikrî û rêxistinbûnê lê tam e.
KCK'ê di salvegera Şoreşa Rojava de daxuyanî da û got, "Gelê Rojavayê Kurdistanê destketiyên xwe hemû li ser xeta Rêber Apo bi dest xistiye. Wê ji niha û pê ve jî destketiyên xwe li ser xeta Rêber Apo biparêze û bi pêş ve bibe."
Hemû Nûçe
-
-
-
YPG'ê bîlançoya şerê meha Gulanê aşkera kir
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê da xuyakirin ku di şer û pevçûnên meha Gulanê de 1005 çete hatine kuştin û cenazeyê 353 ji wan tevî hejmareke zêde ya çek û cebilxaneyan ketine destê hêzên YPG/YPJ'ê.
-
-
-
"Hevrê Mahîr rêya têkoşîna me ronî kir"
Hêzên Azadiyê yên Yekbûyî ji bo şervanê xwe Arpaçay ê di şerê li dijî DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da daxuyaniyek weşand û got, "Heta serî li çeteyên DAIŞ'ê bitewînin û hesap ji wan bigirsin, em ê nehêlin rojek bi tenê jî vala derbas bibe."
-
-
Bayik: Rêber Apo di tecrîdê de tê ragirtin
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Bayik bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, "Ji 5'ê Nîsanê û vir ve hevdîtin bi Rêber Apo re nayê kirin. Tecrîd heye. Der barê Rêber Apo de ti agahiya me nîne."
-
-
Belgeyên nû yên hevkariya DAIŞ-Dewleta Tirk bi dest ketin
Di operasyonên YPG'ê yên li dijî çeteyan de ala Tirk, biletên balafirê yên çeteyên di ser Tirkiyeyê re derbas bûne, tercûbeya bi Tirkî ya Quranê û lîsteya navê çeteyên Tirk ên êrîşî nuqteye YPG'ê ya li gundê Til Xenzîrê kirin, hatin bidestxistin.
-
Coûlombel: Ji nû ve avakirina Kobanê pêkan e
Hevdamezrînerê Weqfa Mîmarên Sînornenas-Fransa Patrîck Coûlombel destnîşan kir ku pêkane Kobanê ji nû ve were avakirin. Coûlombel diyar kir ku bi sedan mîlyon Euro û xebateke 10 salan re Kobanê dikare ji nû ve bê avakirin.
-
-
Gula berberoj a beton diqelişîne
Li bexçeyên malên li Şengalê yên ku çeteyên DAIŞ'ê ew kirine xirbe, giha ji nû ve şîn dibe. Bexçeyên malên ji aliyê HPG'ê ve hatine rizgarkirin, li gorî berxwedana li xwezayê, xwe li jiyanê digirin.
-
-
-
Cenazeyê şervanê YPG’ê Ozkur şandin Gimgimê
Cenazeyê Şervanê YPG'ê Ozkur ê li Kobanê di şer de bi giranî birîndar bibû, ji ber demeke dirêj li Deriyê Sînor ê Murşitpinarê hat rawestandin û piştre anîn Nexweşxaneya Rihayê û zêde xwîn winda kir jiyana xwe ji dest da anîn Amedê û şandin Gimgimê.
-
Wesayîta Rojavayî têde qeza kir
Mînîbusa 12 kesên ji bo nebin mertalên çeteyên DAIŞ’ê li nêzî Kampa Penaberan a Telhemût a girêdayî Serêkaniyê sînor derbas kirin, qeza kir.
-
-
Dewleta Tirk cenazeyên 3 şervanên YPG’ê asteng kir
Cenazeyên 3 şervanên YPG’ê yên di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest dabûn, ji bo ku bişînin bajarên wan birin sînorê Bakurê Kurdistanê, lê rayedarên Tirkiyeyê, nehiştin derbasî aliyê Bakur bêne kirin.
-
YPG: 13 gund hatin azadkirin, 35 çete hatin kuştin
Di roja 27. a Pêngava Fermandar Rûbar Qamişlo ya li başûrrojavayê Serêkaniyê de 8 gund û 5 gundik ji çeteyan hatin paqijkirin. Li Kobanê jî 5 gund hatin azadkirin û herî kêm 35 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin.
-
-
-
600 Kurdên Girê Spî di herêma sînor de asê mane
Forma Civaka Sivîl a Girê Spî diyar kir ku 600 welatiyên Kurd ên ji gundên rojavayê Girê Spî ji ber kiryarên çeteyên DIAŞ’ê reviyane sînor. Li ser sînor leşkerên Tirk bombeyên gazê bi ser welatiyan de barandin û rê nedan derbasî Bakur bibin.
-
-
Yuksekdag malbatên Îlboga û Bûdak ziyaret kir
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag, malbatên Cezmî Bûdak ê di provokasyona Giyadîn a Agiriyê de jiyana xwe ji dest da û Cenap Îlboga yê di heman bûyerê de birîndar bû ziyaret kir.