Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Bayik bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, "Ji 5'ê Nîsanê û vir ve hevdîtin bi Rêber Apo re nayê kirin. Tecrîd heye. Der barê Rêber Apo de ti agahiya me nîne."
Beşa duyemîn a hevpeyvîna Celal Başlangiç a bi Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik re hat weşandin.
Di hevpeyvîna li malpera T24 hat weşandin de Bayik destnîşan kir ku AKP wê nikaribe bi tena serê xwe bibe desthilatdar û der barê mijarên koalîsyonê û serokatiyê de ev nirxandin kir:
"Gelekî zehmet e ku AKP bi tena serê xwe bibe desthilatdar. Xuyaye li Tirkiyeyê koalîsyon dikare çêbibe. Ev dibetî xurt e. Lê belê koalîsyon bi AKP'ê re nabe. Ji ber ku AKP hêzeke demokratîk nîne, armanca xwe ne demokrasî ye. Çareseriya pirsgirêkan bi demokrasiyê, esas nagire. Berevajî, xwedî feraseteke otorîter e. Vê ferasetekê bêhtir xurt dike. Ev yek gelekî xetere ye. Ti hêzeke ji bo demokrasiyê têdikoş e, nikare bi AKP'ê re koalîsyonê bike. Eger rabe hewl bide bi AKP'ê re koalîsyonê bike, hingî wê derkeve holê ku ev hêz ji bo demokrasiyê tênekoşiya ye û civak xapandiye. Wê aşkera bibe ku bi tenê ji bo qezençkirina hilbijartinê gotinên demokratîk bilêv kiriye, ku ev yek jî hem ji bo hêzên demokratîk hem jî ji bo civakê xetere ye. Bi qasî polîtîkayên xapandinê yên AKP'ê xetere ye.
Tirkiyeyê şoreşa xwe ya demokratîk nekariye pêk bîne. Li ti ji welatên Rojhilata Navîn şoreşa demokratîk pêk nehatiye. Li welatekî ku şoreşa xwe ya demokratîk pêk neaniye, meşandina propaganda sîstema serokatiyê tê wateya daxwaza ji bo rêveberiyeke otorîter. Partiyeke ku rêveberiyeke otorîter dixwaze, ti carî demokratîk nabe. Nikare bi nirxên demokrasiyê re dilsoz be. Ji ber vê yekê, ti ji hêzên demokratîk nikare bi hêzeke bi vî rengî ya dijberê demokrasiyê, ku otorîterbûyînê dixwaze re, koalîsyonê bike."
'BEND BÊ HILWEŞANDIN, CIVAK DIKARE JI BELAYÊ AKP'Ê RIZGAR BIBE'
Bayik destnîşan kir ku AKP pirsgirêkên cidî dijî û piştî hilbijartinê dibe ku AKP biderize û got, "Erdogan bi destwerdanên xwe re pêşî li vê girt, lê belê piştî hilbijartinê eger hêzên demokrasiyê cihê xwe di parlamentê de bigire, dibe ku AKP biderize. Civaka Tirkiyeyê bi vî rengî dikare ji belayê AKP'ê rizgar bibe. Ev dibetî gelekî xurt e. Eger hêzên demokrasiyê cihê xwe di parlamentê de negirin, ev yek wê bi kêrî Erdogan û AKP'ê were. Erdogan wê dest bi şerekî mezin bike. Wê bixwaze hemû hêzên demokrasiyê bieciqîne, ku ev yek wê rê li ber xeteriyeke mezin veke. Lewma eger hêzên demokrasiyê bi rastî jî şer naxwazin, aştiyê dixwazin, naxwazin Tirkiye ber bi karesatekê ve were dehfdan, hingî divê ji bo cihgirtina li parlamentê bikevin nava hewldanên awarte."
'AGAHIYA ME JI RÊBER APO NÎNE!'
Bayik di dewama hevpeyvînê de bal kişand ser tecrîda li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin û wiha peyivî:
"Ji 5'ê Nîsanê û vir ve bi Rêber Apo re ti hevdîtin nehatiye kirin. Ji her alî ve tecrîd heye. Agahiya me ji Rêber Apo nîne. Yên ku niha radibin dibêjin kar baş e, di rêya xwe de dimeşe, dikarin kê bixapînin... Ji bo Rêber Apo beriya niha digotin; alîgirê çareseriyê ye lê Qendîl û HDP dijber e. Madem rewş bi vî rengî ye, wê çaxê ev tecrîd ji bo çi ye? Ya ku dikirin, taktîkeke gelekî zirav bû. Ev polîtîkaya dewleta Tirkiyeyê bû. Bi gotina 'li holê gelek nîne, mafên şexsî hene' dixwestin pirsgirêkê di çarçoveya mafên şexsî de çareser bikin. Ji xwe dibêjin, 'Di çarçoveya mafên şexsî de me hin gav avêtin, çend gavên biçûk mane em biavêjin, wan jî ji xwe em bi qanûnan re dikin. Li holê pirsgirêkek bi navê pirsgirêka Kurd nemaye. Kî behsa vê pirsgirêkê dike ew cihêkar e. Ew dijberê Tirkiyeyê ye'. Ev çareseriya Îlker Başbûg bû. Li holê çareserî nîne. Xapandin heye. Eger Kurd hebin, hingî mafên xwe yên civakî û şexsî hene. Vê dibêjin, 'Gelekî bi navê gelê Kurd nîne. Dibe ku hin Kurd hebin. Pirsgirêka wan jî demokratîkbûyîn çareser dike'. Halbûkî li holê demokratîkbûyîn jî nîne. Di ser re pakêtek anîn, ku hîç demokrasiyê nas neke. Hêzeke ku dibêje ez ê demokrasiya pêşverû bînim Tirkiyeyê û pirsgirêka Kurd çareser bikin, gelo demeke kurt beriya hilbijartinê dikare pakêteke bi vî rengî dixe rojeva parlamentê? Desthilatdariyeke ku pakêteke bi vî rengî aniye, gelo dikare demokratîk be? Desthilatdariyeke bi vî rengî dikare pirsgirêka Kurd bi rêbazên demokratîk çareser bike? Li pêşberî van zarok nîne, civak jî ne civaka berê ye. Êdî mîna berê nikarin bixapînin. Ji ber ku civak êdî rastiyan dibîne."
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik da xuyakirin ku pirsgirêka Kurd bi muzakereyê dikare were çareserkirin û got, "Bê guman em bi tenê hikûmetan, dewletan esas nagirin. Ji bo me civak û civat herî kêm bi qasî hikûmetan xwedî giranî ne. Eger hûn civakan, gelan tevlî muzakereyê nekin, hûn nikarin pirsgirêkan bi hikûmetê, bi dewletê re çareser bikin. Dema cih Tirkiye be, bêyî vê qet çareser nabe. Em dixwazin civaka Tirkiyeyê tevlî çareseriyê bikin. Hemû hewldanên me ji bo vê ne. Eger ev pêk were, ti hikûmet nikare li hemberî vê derkeve."
'...WÊ ŞENSÊ PÊKHATINA NETEWEYA DEMOKRATÎK DERKEVE HOLÊ'
Bayik ji bo pirsa li ser HDP'ê jî got, "HDP homojen nîne. Di bin sîwanê HDP'ê de gelek rêxistin, hêz û derdor tevlî hilbijartinê dibin. Ol hene, gel hene, çand hene. Rêxisitnên xwedî îdeolojiyên cuda hene. Derdoreke gelekî berfireh hembêz dike. Rastiya Tirkiyeyê di nava xwe de vehewandiye. Ev pêşketineke girîng e. HDP bi vê yekê re hewl dide li Tirkiyeyê neteweya demokratîk biafirîne. Tirkiyeya nû li ser vê bingehê dikare were birêxistinkirin. Siyaseta xetimî bi vî rengî dikare vebe. Ya di nava HDP'ê diqewime, ev e. Eger HDP ji bendê derbas bibe û cihê xwe di parlamentê de bigire, wê şensê pêkhatina neteweya demokratîk hebe. Demokratîkbûyîna Tirkiyeyê, pêkhatiya şoreşa demokratîk a Tirkiyeyê li ser vê bingehê dikare pêk were. Ev yek dikare rê li ber çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd veke."