"Hevrê Mahîr rêya têkoşîna me ronî kir"

Hêzên Azadiyê yên Yekbûyî ji bo şervanê xwe Arpaçay ê di şerê li dijî DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da daxuyaniyek weşand û got, "Heta serî li çeteyên DAIŞ'ê bitewînin û hesap ji wan bigirsin, em ê nehêlin rojek bi tenê jî vala derbas bibe."

Hêzên Azadiyê yên Yekbûyî da xuyakirin ku şervanê wan Mahîr Arpaçay (Tamer Arda) duh (2'ê Hezîranê) di operasyona Pêngava Fermandar Rûbar Qamişlo ya ji bo azadkirina gundê Nestelê de, ji ber du duleyên li bedena wî ketin jiyana xwe ji dest da.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Di serî de malbata wî, serê hemû hevrêyên wî, çîna karker û gelên bindest ên ji bo rizgariyê canê xwe feda dikin, sax be! Em soz didin hevrê Mahîr em ê şer roj bi roj mezin bikin û qat bi qat zêdetir hesap bipirsin" û ev xal hat destnîşankirin:

'CIHGIRTINA LI CEM GELÊ KURD Ê BINDEST WEKE WEZÎFEYEKÊ QEBÛL KIRIYE'

"Di hefteya bihurî de me hevrêyê xwe Bedrettîn veşart. Me soz da fermandarê xwe ku em ê hesap bipirsin! Hevrê Mahîr jî ji bo bicihanîna soza me daye, ji bo hesabê şehîdan bipirse li refên herî pêş bi ser dijmin de çû. Ew jî mîna fermandarê xwe li eniyên Kobanê bi lehengî şer kiribû, gelek wezîfeyên zehmet bi ser xisitbû û li lehengiyeke hêjayî xwe şer kir û şehîd ket.

Hevrê Mahîr Arpaçay di temenê xwe yê ciwantiyê de xwedî li nirxên komunîst enternasyonalîst derketiye, cihgirtina li cem gelê Kurd ê bindest weke wezîfeyekê qebûl kiriye, bi vê biryardariyê derbasî Kobanê bûye û li nava refên Hêzên Azadiyê yên Yekbûyî şer kiriye. Li vê derê navê Tamer Arda li xwe kiriye, dûre jî weke şervanê Hêzên Azadiyê yên Yekbûyî şehîd ketiye û bûye meşaleyek ku rêya têkoşîna me ronî dike.

Ew yek ji hevrêyên em bû ku ala ji Bedreddîn wergirtî berz kir. Weke şervanên Hêzên Azadiyê yên Yekbûyî em soza xwe dubare dikin ku heta serî li çeteyên DAIŞ'ê bitewînin, heta ji xaka Rojava, Tirkiye û Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê, sîstema kapîtalîst-emperyalîst û hêzên wê rakin, em ê rojekê bi tenê nehêlin ku hesap nehatiye pirsîn, gule lê nehatiye teqandin."