Belgeyên nû yên hevkariya DAIŞ-Dewleta Tirk bi dest ketin

Di operasyonên YPG'ê yên li dijî çeteyan de ala Tirk, biletên balafirê yên çeteyên di ser Tirkiyeyê re derbas bûne, tercûbeya bi Tirkî ya Quranê û lîsteya navê çeteyên Tirk ên êrîşî nuqteye YPG'ê ya li gundê Til Xenzîrê kirin, hatin bidestxistin.

Di operasyonên YPG'ê yên li dijî çeteyan de ala Tirk, biletên balafirê yên çeteyên di ser Tirkiyeyê re derbas bûne, tercûbeya bi Tirkî ya Quranê û lîsteya navê çeteyên Tirk ên êrîşî nuqteye YPG'ê ya li gundê Til Xenzîrê kirin, hatin bidestxistin.

Belge û delîlên nû yên ehvkariya çeteyên DAIŞ'ê û dewleta Tirk radixe pêş çavan, ketin destê YPG'ê.

Pêngava Fermandar Rûbar Qamişlo ya YPG/YPJ'ê li dijî çeteyên DAIŞ'ê dan destpêkirin, roja 27. li dû xwe hişt. Di operasyonên duh ên li gundên Ummud Tavaric, Xerkan, Hecer, Nestel, Dixaliyê, Hevasi û derdora wan de, gelek çete hatin kuştin û gelek belgeyên çeteyan hatin bidestxistin.

Ajansa me xwe gihand belgeyên ji aliyê YPG'ê ve hatin desteserkirin.

ÇETEYAN GELEK BELGE LI DÛ XWE HIŞTIN

Çeteyên DAIŞ'ê yên li pêşberî pêngava YPG/YPJ'ê windahiyeke giran didin, li cihê neçar mane biterikîne, gelek belge û dokûman li dû xwe hiştin.

Gelek telefon, qertên telefonan, bêtêl, pasaport, nasname, nivîsên navxweyî, dokûmanên rêxistinî û pirtûkên çeteyan di operasyonên YPG/YPJ'ê de hatin desteserkirin.

Van belgeyan, hevkariya DAIŞ'ê û dewleta Tirk careke din raxist pêş çavan.

Di operasyonên li gundên Ummud Tavaric, Xerkan, Hecer, Nestel, Dixaliyê, Hevasi û derdora wan de, li kêleka ala DAIŞ'ê ala Tirk hat dîtin, biletên balafirê yên çeteyên di ser Tirkiyeyê re derbas bûne, tercûmeya bi Tirkî ya Quranê, nûmarayên telefonê yên Tirk, navnîşanên li Tirkiyeyê û lîsteya navê çeteyên di zivistana bihurî de êrîşî nuqteya kontrola ya YPG'ê ya li Til Xenzîrê kirin, hatin bidestxistin.

ÇETEYÊN TIRK ÊN TEVLÎ ÊRÎŞA LI TIL XENZÎRÊ BÛN

Yek ji belgeyên balkêş ên hatin bidestxistin, belgeya ku nîşan dida 17 ji çeteyên êrîşî gundê Til Xenzîrê yê li Serêkaniyê kirin, çeteyên Tirk bûn. Piştî êrîşê fermandarên YPG'ê dabûn xuyakirin ku êrîş ji sînor û qereqolên Tirk hatiye kirin û çeteyên reviyane jî xwe li qereqolên Tirk girtine.

Navê çeteyên Tirk ên di nava Katiba Farûk a ji 50 kesî de ku li wîlayeta Reqqayê ye cih digirin, bi vî rengî ye:

Ebû Meshep Tirkî, Ebdulhadî Tirkî, Cindil Tirkî, Xettap Tirkî, Mervan Tirkî, Hekrema Tirkî, Kedema Tirkî, Ahmed Seyyaf Tirkî, Hasan Basrî Tirkî, Zerkevanî Tirkî, Ebû Hesen Tirkî, Ebû Mûsa Tirkî,  Ebû Yûsûf Tirkî, Ebû Mûhas Tirkî, Ebdul Hadî Tirkî, Ebû Hezîfe Tirkî, Ebû Meshef Tirkî û Ebû Abbas.

Li gorî belgeyên hatin bidestxistin, ji çeteyên êrîşî gundê Til Xenzîr ê Kantona Cizîrê kir 2 jê bi cebilxaneyan re mijûl dibû, 9 jî endamên tenduristiyê bûn.

...