Pêngava YPG’ê mora xwe datîne binê pêşveçûnên dîrokî!

Pêngava Fermandar Rûbar Qamişlo ya YPG’ê, di 1’ê Hezîranê (roja 26. de) li 25 kîlometre başûrrojavayê Mebrûka û 63 kîlometre li başûrrojavayê Serêkaniyê bi hemû leza xwe didome.

Pêngava Fermandar Rûbar Qamişlo a bi armanca paqijkirina gund û bejahiya Kantona Cizîrê hat destpêkirin, roja 26. li pey xwe hişt. YPG’ê pêngav di 6’ê Gulanê de li Serêkaniyê da destpêkirin û di roja 14. de Çiyayê Kizwanan ji çeteyan paqij kir. Di 21’ê Gulanê de merhaleya yekem temam kir.  Niha pêngav li 27 kîlometre başurrojavayê Mebrûkan, li seranserê sînorê Tirkiyeyê didome.

Di navbera 6-21’ê Gulanê de 221 gund û 110 kîlometre, di roja dawî de jî ereziyek 100 kîlometreyî û ji 60’î zêdetir gund û mezra ji aliyê hêzên YPG’ê ve ji çeteyan hatin rizgarkirin.

Pêngava ku YPG’ê di 6’ê Gulanê de da destpêkirin, çeteyê DAIŞ’ê têk bir û li dijî taktîkên YPG’ê darbeyên mezin girtin parçebûn û neçar man ji gundên tijî mayîn kiribûn derkevin.

ÇETE TÊK ÇÛN

Çeteyên DAIŞ’ê bi berxwedanek tund bersiv da pêngava YPG’ê ya li xeta Hesekê. Li gundê Til Mecdel, Rezazê û Aşra şerekî dijwar qewimî. Çeteyan li van gundan sê kamyonên bombebarkirî, bi dehan komandoyên întîxarê û bi hezaran mayîn bicih kirin û hewldan li xeta Xabûrê pêngavê bidin sekinandin.

Hêzên YPG’ê darbe li ser darbeyê li çeteyan xistin û xeta parastina wan şikandin. YPG’ê bi pêngavên xwe yên taktîkî, eniyên Serêkaniyê û Hesekê bi awayekî hevdem di roja 13. de bi gundên Hevîca û Um el Mesamîr re kir yek û bi tevahî 23 gund girtin bin kontrola xwe.

Di roja14. de rêyên diçûn Çiyayê Kizwanan hatin girtin û di roja 15. de Çiyayê Kizwan ji çeteyan hat paqijkirin. Bi vê re bi sedan çeteyên li gundên xeta Hesekê-Til Temir reviyan. Dîmenên reva wan jî hatin dîtin û vê jî rewşa ruhê wan ê psîkolojîk nîşan da.

YPG LI XETA MEBRÛKA-RAVYA-DEHMA PÊŞDE DIÇE

Fermandariya Giştî ya YPG’ê  di 25’ê Gulanê de li gundê Xebîş a Til Temirê daxuyaniyek da û got di navbera 6-21’ê Gulanê de  li Alyeden, Çiyayê Kizwanan û Deşta Til Temir a Hesekê merhaleya yekem a pêngavê temam bûye û li xeta Mebrûka operasyon didome.

Tevgera paqijkirina Mebrûkayê ji çeteyan bi awayekî serketî didome û her wiha xeta parastinê ya ku  çeteyan li Serêkaniyê ava kiribûn jî hat şikandin.

Çeteyan li xeta Serêkaniyê û Til Ebyad (Girê Spî) sê xetên herî girîg li sê nuqteyan ava kiribû. Mebrûka Ravya û Dehma. Li Til Xenzîr jî çete di rewşa mewziya parastina pêş de bûn. Xeta parastinê ya esas a çeteyan li van sê deveran pêk hatibû.

JI ÎMPARATORIYA TIRSÊ REV

Bi mehan berê çeteyan, gel ji van deveran derxistin. Li Mebûrka, Dehma û Ravya li her derê bombe, mayîn, teqemenî bi cih kirin û li dij êrîşên YPG’ê amadekarî kirbûn. Lê rastiyek hebû ku, hêza wan a berê nemabû.

Jixwe di rojên despêkê yên pêngavê de YPG’ê li ser hev darbe li çeteyên DAIŞ’ê xist, êrîşên komandoyên întîxarî û kamyonên bombebarkirî vala hatin derxistin. Îradeya çeteyan hat şikandin û neçar man birevin. Li dijî hebûna YPG’ê nekarîn zêde li ber xwe bidin.

Weke cehşan reviyan û dema çûn jî li pey wan çi hebûn şewitandin û wêran kirin. Vê yekê jî careke din rastiya DAIŞ’ê derxist holê.

ÇETE LI CEM DEWLETA TIRK DISTIRIN!

YPG’ê di şoreşa Rojava de destan nivîsî û  250 kîlometre qad, 300 gund û bi sedan mezrayên derdora van gundan paqijkirin. Çeteyan di dîroka xwe de li ser hev evqas windahî nejiyabûn. Di aliyê psîkolojîk de jî têk çûn. Çeteyan di 30’ê Gulanê de xwestin li mintiqeya Hol û Alye  êrîşê bikin lê YPG’ê ev hewldana wan têk bir. Çeteyên ku her roj windayan didin û direvin, berê xwe didin deverên ku qerekolên  dewleta Tirk lê ne. Ev jî wek belgeya tifaqa qirêj a çete û dewleta Tirk derdixe holê.

TIŞTÊN KU PÊNGAVÊ DERXISTIN HOLÊ

Pêngava Fermandar Rûbar Qamişlo ya YPG’ê 26 rojên xwe li pey xwe hişt. Pêngav li ser daxwaza gelê herêmê û dawîkirina êrîşên li hemberî Kantona Cizîrê hatibû destpêkirin. Bêguman wê daxwaz û hewcedarî bidomin. Hîna çete li Hesekê û deverên din êrîşên xwe didomînin.  Di rojên pêş de çarçoveya pêngavê wê çi bi xwe re bîne nayê zanîn.

Lê mirov dikare vê bi hêsanî bêje; vê pêngavê ji bo hemû gelê Kurdistanê, pêşeroja Sûriyeyê û jiyana hevpar a gelên Rojava qezencên mezin anîn.

Çeteyên DAIŞ’ê darbeyên giran girtin û bi sedan kuştiyên wan çêbûn. Di navbera xwe de di axaftinên li ser bêtêlê de îtîraf kirin ku têk çûne.

...