YPG: Di navbera Kizwan-Alya de 10 gund hatin rizgarkirin
Hêzên YPG’ê di pêngava fermandar Rûbar Qamişlo de 10 gundên din ji çeteyên DIAŞ’ê rizgar kirin, li Kobanê û Cizîrê êrîşên çeteyan hatin şikandin.
Hêzên YPG’ê di pêngava fermandar Rûbar Qamişlo de 10 gundên din ji çeteyên DIAŞ’ê rizgar kirin, li Kobanê û Cizîrê êrîşên çeteyan hatin şikandin.
Hêzên YPG’ê di pêngava fermandar Rûbar Qamişlo de 10 gundên din ji çeteyên DIAŞ’ê rizgar kirin, li Kobanê û Cizîrê êrîşên çeteyan hatin şikandin.
Navenda Çapemeniya YPG’ê der barê şer û pevçûnên rojekê de daxuyaniyeke nivîskî weşand. Daxuyaniya navenda Çapemeniya YPG’ê ya li ser malpera fermî ya YPG’ê hate weşandin wiha ye: ˮHemleya Fermandar Rûbar Qamişlo ya bi armanca rizgarkirina gund û bejahiya rojavayê Kantona Cizîrê hatibû destpêkirin di roja xwe ya 28’an de bi serketî berdewam dike. Operasyonên di çarçoveya merhaleya duyemîn a hemleya me de tên lidarxistin, li başûr-rojavayê Serêkaniyê didomînin.
Hêzên me îro dane sibehêe li qadên dikevin navbera bakurê çiyayê Kizwanan û başûr-rojavayê gundê Alya de operasyonek nû destpêkirin. Hêzên me li van qadan heta niha gundên Ebû Ceradê, Ceradê Beggara, El Cefer, Til Mixer, Hezûmiyê û 5 gundên din ku navê wan nehatiye zelalkirin ji çeteyan paqij kirin. Operasyona li qadê bi hemû lêza xwe berdewam dike.
Komên çeteyan şevê din li hember hêzên me yên ku li derdora gundê Bedîa Silûk a ku dikeve rojavayê bajaroka Mebrûka xwe bi cih kiribûn êrîşek lidarxistin. Îro danê sibehê jî li hember gundê Xwêylan a ku li heman herême ye êrîşek duyemîn li dar xistin. Her du êrîşên çeteyan jî ji aliyê hêzên me ve hatine şikandin. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan a li van qadan nehatiye zelalkirin. Hêzên me li vê qadê 5 termê çeteyan û hîn amûrên leşkerî bi dest xistin.
Pevçûnên di van êrîşan de rêhevalekî me ku bi lehengî şer dikir gihişt şehadetê.
Hêzên me xebatên xwe ya lêgerîne ya gundê Xîwêran û derdora vî ya ku roja derbasbûyî ji aliye hêzên me ve hatibû rizgarkirin qedandin. Di encama van xebatan de hêzên me 14 kleş, 71 şerjora kleş, 500 fîşeka kleş, 2 BKC û lûlekî BKC, 4 B7, 20 gulleyê B7, 3 tifengê bi pompe, 20 guleyên katuşa ya bi dest hatiye çekirin, 8 bombeya desta, 1 dûrbîna tangê, 14 rext, 2 maskê gazê, 10 çente, belgeyên rexistinî û amûrên leşkerî ya çeteyan bi dest xistin.
KOBANÊ
Berxwedana bi armanca rexistina terorî ya DAIŞ’ê, ji Kobanê bi temamî paqij bikin tên meşandin, ket roja xwe ya 261’an û hîn berdewam dike.
Şevê din komên çeteyan li rojhilate Kobanê hewl dan êrîşekê li dar bixin. Hêzên me ji van komên çeteyan ku dixwestin êrîşî gundê Merêser bikin agahdar bûn û li hember wan operasyonek li dar xistin. Di encama vê operasyone de hêzên me 3 çete kuştin, 1 çete jî birîndar kirin.ˮ