Wesayîta Rojavayî têde qeza kir
Mînîbusa 12 kesên ji bo nebin mertalên çeteyên DAIŞ’ê li nêzî Kampa Penaberan a Telhemût a girêdayî Serêkaniyê sînor derbas kirin, qeza kir.
Mînîbusa 12 kesên ji bo nebin mertalên çeteyên DAIŞ’ê li nêzî Kampa Penaberan a Telhemût a girêdayî Serêkaniyê sînor derbas kirin, qeza kir.
Mînîbusa 12 kesên ji bo nebin mertalên çeteyên DAIŞ’ê li nêzî Kampa Penaberan a Telhemût a girêdayî Serêkaniyê sînor derbas kirin, qeza kir. Di qezayê de kesek mir 11 kes jî birîndar bûn. Şahidên bûyerê diyar kirin ku ji ber leşkerên Tirk bi panzerê dan pey mînîbusê qeza çêbû.
Ji kesên di mînîbûsê de yên bi ambûlansan anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Serêkaniyê Hala Huseyîn (25) jiyana xwe ji dest da. Kesekî din ê bi giranî birîndar ê 30 salî jî rakirin Nexweşxaneya Mehmet Akîf Înan a Riha.
Ehmed Şiyar 7, Mehmet Şiyar 7, Mude Dervîş 26, Abdulkerîm Dervîş 12, Nûr El Huseyin 5, du jin û du mêrên navê wan nehat zanîn li Nexweşxaneya Dewletê ya Ceylanpinar tên tedawîkirin.