Yuksekdag malbatên Îlboga û Bûdak ziyaret kir

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag, malbatên Cezmî Bûdak ê di provokasyona Giyadîn a Agiriyê de jiyana xwe ji dest da û Cenap Îlboga yê di heman bûyerê de birîndar bû ziyaret kir.

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag, malbatên Cezmî Bûdak ê di provokasyona Giyadîn a Agiriyê de jiyana xwe ji dest da û Cenap Îlboga yê di heman bûyerê de birîndar bû ziyaret kir.

Hevşaredara Agirî Mukaddes Kûbîlay, Hevşaredarên Giyadîn Hazal Aras û Nîzamettîn Ozen, hevserokên bajêr û navçeyê yên HDP û DBP’ê jî di serdana Yuksekdag de amade bûn.

Bav Siddik Îlboga ji ber serdanê Yuksekdag spas kir û provokasyon şermezar kir.

Yuksekdag got ji bo serdanê rûmetdar in, provokasyona rû daye wê ji bîr nekin û hesabê wê bipirsin.

Paşê malbata Bûdak ê jiyana xwe ji dest da hat ziyaretkirin. Yuksekdag bi hevsera Bûdak a xwedî 6 zarokan û malbatê re rûnişt, sersaxî ji wan re xwest.

Yuksekdag di serdanê de got li Tirkiyeyê bi saya Bûdak û şehîdên din pêvajoyeke bê şêr heye û wiha dewam kir: “Bi canê xwe yê feda kirin derseke mirovatiyê dan.”

Yuksekdag wê tevlî mîtînga li Agiriyê bibe.