KURDISTAN
Meclisa Gel a Şengalê û Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi daxuyaniyekî bernama 12’emîn salvegera Fermana 3’yê Tebaxê eşkere kirin. Wê 10 rojan li Sûka Serî ya Şengalê çalakiyên bîranînan bên lidarxistin.
Xelkê Xaçortê ku li dijî zêdebûna firotina tiryakê li taxên xwe di destê wan de dar û nobetê digirin, diyar kir ku ew ji bo parastina siberojê li wir in û got, ew ê têkoşînê bidomînin.
Dûran Kalkan diyar kir ku neguhertina mercên li Îmraliyê baweriya bi pêvajoyê lawaz kiriye û got, guhertina qanûnî eger mercên kar û jiyana azad û siyaseta demokratîk a Rêber Apo li xwe negire, wê neyê qebûlkirin.
Rêveberiya Tevgerê: Li gorî xwezaya pirsgirêkê ya ku tê xwestin bê çareserkirin, divê qanûnek bê derxistin ku ji Rêbertî heta bi şervanan her kesî tevlî siyaseta demokratîk bike ku azadiya fikrî û rêxistinbûnê lê tam e.
KCK'ê di salvegera Şoreşa Rojava de daxuyanî da û got, "Gelê Rojavayê Kurdistanê destketiyên xwe hemû li ser xeta Rêber Apo bi dest xistiye. Wê ji niha û pê ve jî destketiyên xwe li ser xeta Rêber Apo biparêze û bi pêş ve bibe."
Hemû Nûçe
-
Abbasoglû wê sibe li Dêrsimê bê veşartin
Ji bo Serokê Giştî yê DEHAP'ê Mehmet Abbasoglû yê ji ber nexweşiya kanserê jiyana xwe ji dest da, li Mala Cem a Pîr Sûltan a li Amedê merasîmek hat lidarxistin.
-
-
Ji KCK'ê ji bo Abbasoglû peyama sersaxiyê
KCK'ê ji malbata siyasetmedarê Kurd Mehmet Abbasoglû re sersaxî xwest û got, "Mehmet Abbasoglû mîna bi hezaran, bi sed hezaran Dêrsimiyan, bi hêrsa li dijî Qirkirina Kurdan heta nefesa xwe ya dawî bi hesreta azadiya Dêrsim û Kurdistanê jiya ye."
-
-
-
-
Cenazeyê Şervanê YPG'ê Temel hate definkirin
Cenazeyê Şervanê YPG'ê Mehmet Temel (Sînan Qendîl) ê ku di berxwedana Kobanê ya li dijî çeteyên DAIŞ'ê de birîndar bû û li Rihayê jiyana xwe ji dest da li Pirsûsê ji aliyê deh hezaran kesî ve hat oxirkirin.
-
-
-
-
Ji Demîrtaş re Xelata Aştiyê ya Navneteweyî
Buroya Aştiyê ya Navneteweyî Xelata Aştiyê ya Navneteweyî ya 2015'an da Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş. Demîrtaş got, "Her dengê hûn biavêjin hundirê sindoqê wê bandorê li Tirkiyeya siberojê bike."
-
Li Sêrtê 11 kes hatin girtin
Li Sêrtê, 3 jê zarok 11 kesên di 30'ê Gulanê de hatin binçavkirin û dûre hatin berdan, li ser dijderketina dozgeriyê hatin girtin.
-
Ji KJA’yê peyama sersaxiyê
Kongreya Jinan a Azad (KJA) bi munasebeta wefata Serokê Giştî berê yê DEHAP’ê Mehmet Abbasoglu, peyamek sersaxiyê meşand.
-
YPG: Fedayetî biryardariya soz û çalakiya me ye
Fermandariya Giştî ya YPG’ê diyar kir ku bi saya berxwedana fedayî ya şervanên Antî Teror Çekdar Serêkaniye û Gerîla Zerdeşt êrîşên çeteyan têk çûn. YPG’ê diyar kir çalakiya Fedayî ya her du şervanên Antî Teror biryardariya soza çalakiya wane.
-
-
-
-
-
Mele Bextiyar ji bo mîtînga Amedê derbasî Bakur bû
Nûnerê Buroya Polît a Yekîtiya Welatparêzên Kurdistanê (YNK) Mele Bextiyar ji bo beşdarî mîtînga HDP’ê ya Amedê bibe, ji deriyê Sînor yê Xaburê derbas bû û bi heyeta ligel xwe, çû serdana şaredariya Sîlopiyê.
-
-
HRRK piştgirî da HDP'ê
Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) li dijî hêzên tarî û hişmendiya tekpaêz, banga destekkirina HDP'ê kir.
-
-
-
-