KCK: Êrîşên li hember HDP’ê bi plan û bi pergal tên kirin
KCK: Êrîşên çekdarî li Erzirom û Başakşehîr a Stenbolê yên li hember buro û wesayîtên HDP’ê, nîşan dide ku ev êrîş bi plan û zanebûn tên kirin.
KCK: Êrîşên çekdarî li Erzirom û Başakşehîr a Stenbolê yên li hember buro û wesayîtên HDP’ê, nîşan dide ku ev êrîş bi plan û zanebûn tên kirin.
KCK: KCK: Êrîşên çekdarî li Erzirom û Başakşehîr a Stenbolê yên li hember buro û wesayîtên HDP’ê, nîşan dide ku ev êrîş bi plan û zanebûn tên kirin
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku êrîşên li hember mîtîngên HDP’ê didomin û got: “Li her cihî bi girtinan zextan li HDP’ê dikin. Ev hemû di encama axaftinên Tayyîp Erdogan, Ahmet Davutoglu û rayedarên AKP’ê yên HDP’ê dikin hedef de pêk tên. Ev êrîş îspata aşkera ye ya hilbijartin di atmosfereke ail û wekhev de pêk nayên.”
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku Êrîşên çekdarî li Erzirom û Başakşehîr a Stenbolê yên li hember buro û wesayîtên HDP’ê, nîşan dide ku ev êrîş bi plan û zanebûn tên kirin. KCK’ê bal kişand ser van xisûsan: “AKP, hilbijartina heyî wek pêşbirkeke demokratîk nabîne. Berê destûrên bingehîn û qanûn dibûn asteng ku gelek partiyên demokratîk bên avakirin. Lê atmosfereke ku aşkera êrîşî partiyên siyasî bikin an jî pir ne wekhev tinebû. Lê di vê pêvajoya hilbijartinê de li hember partiyekê evqasî êrîş pêk nehatine. Gotin û tiştên AKP'yî ji HDP’ê re dibêjin li ti deverê cîhanê nehatiye dîtin. Tiştên li HDP’ê tên kirin eger li Tirkiyeyê li hember partiyeke din hatiba kirin wê meşrûiyata hilbijartinê hatiba nîqaşkirin. Partiya mijara gotinê dibe ku ji hilbijartinê jî xwe vekişandiba. HDP û Tevgera Azadiyê ya Kurd heta niha bi sebr nêz bû ji bo pevçûn nebin civakî û belav nebin xebitî. Nêzîkatiyeke wiha maqûl, bi sebr û hestyar jî li ti deverî nehatiye dîtin.
AKP, ji bo HDP di bin bendê de bimîne û dengên HDP’ê kêm bike serî li her rêyê dide. Girtin jî li hember HDP’ê wek êrîşeke hilbijartinê pêk tên. Bi vî awayî hem xebatên hilbijartinê tên astengkirin, hem jî kesên deng bidin HDP’ê jî di bin zextê de tên hiştin. Tiştên heta niha hatine kirin nîşan dide ku wê ev êrîş heta hilbijartinê bidomin. Heta îxtimala ku êrîşên wiha roja hilbijartinê jî bidomin zêde ye.”
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê destnîşan kir, ku hemû hêzên demokrasiyê û gelê Kurd dibînin ev êrîş ji aliyê hikûmeta AKP'ê ve hatine kirin û got, "Eger AKP dixwaze bi çavtirsandina HDP û hilbijêran re vînê bişikîne û dengên HDP'ê kêm bike, pêwîst e gelê me û hemû hêzên demokrasiyê li dijî vê yekê bi vîn û xurtî bisekinin, li pêşberî êrîşên AKP'ê ji rêya xwe venegerin. Berevajî armanca êrîşkariya AKP'ê, divê hêzên demokrasiyê û gelê me vîn û sekna xwe ya demokratîk xurttir bikin. Bi rik biçin ser sindoqan û di hilbijartinê de HDP'ê bi ser bixînin.
'DEMA HDP VEGUHERÎ VÎNEKE SIYASÎ YA XURT, OPERASYONÊN QIRKIRINA SIYASÎ DESTPÊ KIRIN'
Gelekî zelal e ku AKP û dewleta Tirk hurmetê nîşanî vîna hêzên demokrasiyê û gelê Kurd nadin. Êrîş û girtin vê yekê nîşan didin. Di hilbijartinên 29'ê Adara 2009'an de diyar bû ku AKP û dewlet hurmetê nîşanî vîna gelê Kurd nadin. Piştî ku DTP di hilbijartinên 29'ê Adarê de bi ser ket, li şûna hurmet ji vê vînê re were nîşandan û ji aliyê demokratîkbûyînê ve gav were avêtin, ji bo tinekirina hêza azadiya vî gelê bi serket, dest bi operasyonên qirkirina siyasî kir û ev operasyon berfireh kir. Niha jî piştî ku dît HDP veguherî vîneke xurt a siyasî, êdî qîma xwe bi êrîşên fîzîkî re jî neanî, berê xwe da operasyonên qirkirina siyasî. Eger hikûmeta AKP'ê dixwaze bi operasyonên qirkirina siyasî re vîna siyasî ya hêzên demokrasiyê û gelê Kurd bişikîne, wezîfeya dikeve ser milê hêzên demokrasiyê jî xwedîderketina li HDP'ê û xurtkirina vîna siyasî ya hêzên demokrasiyê ye. Eger ev hilbijartin veguheriye têkoşîna ji bo bûyîna vîna siyasî û qezençkirina vîna siyasî, hingî pêwîste gelê Kurd û hêzên demokrasiyê vîneke xurt a siyasî nîşan bidin û vîna gelên li Tirkiyeyê bi xurtî li ser rewşa siyasî ferz bikin.
Demokratîkbûyîna Tirkiyeyê bi sekna li hemberî êrîşên AKP û hêzên kûr ên dewletê ye û pûçkirina van êrîşan e. Heta ku ev êrîş neyên pûçkirin, ne pêkan e Tirkiye demokratîk bibe û pirsgirêka Kurd çareser bibe.
Girîng e hêzên demokrasiyê li dora HDP'ê tifaqeke xurt a demokrasiyê ava bikin, li dijî êrîşan vîneke rasteqîn a demokratîk nîşan bidin û pêngaveke ku di dîroka demokrasiyê de rê li ber demeke nû veke, bidin destpêkirin. Ji bo vê jî, weke gava herî mezin divê ji bo serketina HDP'ê ya di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de helwest û xebateke berfireh were nîşandan."