Serokê Şaxê Mûşê yê KURDÎ-DER'ê hat binçavkirin
Serokê Şaxê Mûşê yê KURDÎ-DER'ê M. Şafî Nêrgiz, li mala xwe ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin.
Serokê Şaxê Mûşê yê KURDÎ-DER'ê M. Şafî Nêrgiz, li mala xwe ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin.
Serokê Şaxê Mûşê yê KURDÎ-DER'ê M. Şafî Nêrgiz, li mala xwe ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin.
Polîsê tîmên taybet danê sibehê avêtin ser mala Nêrgiz a li taxa Zafer, derî şikandin û alavên li hundir belav kirin. Polîsan Nêrgiz kirin binçavan û birin Midûriyeta Emniyetê ya Mûşê. Sedema binçavkirina Nêrgiz nehat zanîn.
Hevsera Nêrgiz Gul Nêrgiz anî ziman ku polîsên dest bi çek û rû pêçandî derî şikandin, ketin hundir û hevserê wê li erdê dirêj kirin û ji ber dijwariya polîsan zarokên wan tirsiyane.
Nêrgiz da xuyakirin ku bi polîsan bi awayekî kêfî heqaret li wan kirine û eşyayên li malê belav kirine.