KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li Dûîsbûrgê êrîşa li Amedê hat lanetkirin
Li bajarê Elmanya Dûîsbûrgê, êrîşa bombeyî ya hemberî mîtînga HDP'ê ya li Amedê hat protestokirin. -
MLKP Kurdistan: Em ê ji berpirsê komkujiyê hesab bipirsin
MLKP Kurdistanê têkildarî êrîşa bombeyî ya Amedê daxuyaniyek da û diyar kir ku berpirsê êrîşê Erdogan û AKP ye û got: “Ew berpirs wê li ber edaleta şoreşger hesab bidin.” -
Hevserokatiya Kantona Cizîrê êrîşên li Amedê şermezar kir
Hevserokatiya Kantona Cizîrê êrîşên bombeyî yên li dijî mîtinga Amedê şermezar kir û wekî êrîşa teroistyane bi nav kir. -
HPG: Li Kurdistanê kontra li dû lîstikên qirêj in
Çend saet beriya hilbijartinan li Kurdistanê xebatên kontra û tevgera leşkerî bê navber dewam dikin. -
Êrîşa li Amedê li Munchenê hat protestokirin
Li bajarê Elmanya Munchenê, êrîşa li dijî mîtînga HDP'ê ya li Amedê hat prostokirin. Di çalakiyê de banga dengdayînê hat kirin. -
Yildiz û Kurul ji aliyê deh hezaran ve hatin oxirkirin
Ramazan Yildiz ê 16 salî û Necatî Kurul ê 46 salî ku duh di bombebarana mîtînga HDP’ê ya Amedê de jiyana xwe ji dest dan, ji aliyê deh hezaran ve hatin oxirkirin. -
FEDA: Dema zaliman diqede
Federasyona Elewiyan a Demokratîk li Ewropayê (FEDA) êrîşên bombeyî yên li Amedê şermezar kir. -
Rêxistinên civakî yên sivîl êrîş protesto kirin
Rêxistinên Civakî yên Sivîl ên li Amedê gotin "Tevî her tiştî jî aştî" û bi meşekê êrîşên duh ên bombeyî protesto kirin. Rêxistinan qurnefîl danîn cihê êrîşê. -
Li Wanê mîtînga Mirovahiya Mezin destpê kir
Mîtînga fînalê ya mezin a ku HDP li Wanê pêk tîne, bi beşdarbûna sed hezaran kesî destpê kir. Ji bo kesên di têkoşîna demokrasiyê û li Amedê jiyana xwe ji dest dane rêz hat girtin. -
TEV-DEM'ê piştgirî da HDP'ê
TEV-DEM: Ev êrîş bi armanca pêşîgirtina li hêzên demokratîk ku HDP nûnertiya wan dike pêk hatiye. Em heta dawiyê piştgiriya HDP’ê dikin. Em di wê baweriyê de ne ku xeta demokratîk wê tevî hemû êrîşan jî biser bikeve. -
Li Erzîromê piştî 3 rojan bi tenê 6 kes hatin binçavkirin
Li Erzîromê, ji faşîstên êrîşî gelê beşdarî mîtînga HDP'ê bû kirin û hewl dan Aydin Taşkesen bişewitînin, bi tenê 6 ji wan, piştî 3 rojan hatin binçavkirin. -
Li Kolnê êrîşa li Amedê hat protestokirin
Kurdistanî û Tirkiyeyiyên li bajarê Elmanya Kolnê dijîn, duh êvarê li ber Dêra Dom a Dîrokî kom bûn û êrîşên bombeyî yên li dijî gelê Amedê lanet kirin. -
Mamoste Gever di mewziyên pêş de cihê xwe girt
Arjîn Gever ku bi seferberiyê re perwerdeya xwendin û nivîsandinê da zarokên Şengalê, piştî perwerde qediya di mewziyên pêş de cih girt. -
Gelê Ereb dixwaze YPG mudaxeleyî Hesekê bike
YPG’ê têkildarî şer û pevçûnên di navbera rejîma Sûriye û çeteyên DAIŞ’ê de li ser daxwaza rûspiyên li Herêmê civînek li dar xist. -
Tecrîda li Îmraliyê dewam dike
Wasiyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mazlûm Dînç, birayê wî Mehmet Ocalan û xizmên girtiyên din ên li Îmraliyê ji bo hevdîtinê serlêdan kirin, lê serlêdana wan hat redkirin. -
Agirî: Gelê Serhedê wê bersiva AKP’ê bide
Endama Koordînasyona KJK’ê Agirî got hilbijartinên 7’ê Hezîranê tercîha di navbera azadî û faşîzmê de ye û divê gelên Tirkiyeyê li dora HDP’ê bibin yek. -
YPG ber bi Girê Spî ve diçe
Şervanên YPG’ê 40 km li rojavayê Mebrûka 2 gundên rizgar kirin û 10 km nêzî bajaroka Suluk ku yek ji navendên sereke ya çeteyên DAIŞ’ê ye bûn. Li herêma Hesekê û Holê êrîşên çeteyan hatin şikandin. -
Cenazeyê Abbasoglu şandin Dêrsimê
Cenazeyê Serokê Giştî yê DEHAP'ê Mehmet Abbasoglu ku ji ber nexweşiya pençeşêrê jiyana xwe ji dest da, ji Amedê şandin Dêrsimê. -
Oral ê di êrîşê de birîndar bû wê biçe li Îzmîrê dengê xwe bikar bîne
Firat Oral ê 30 salî ku duh di êrîşa bombeyî ya li Amedê birîndar bû diyar kir ku wê sibe biçe Îzmîrê û dengê xwe bikar bîne. -
‘Bandora hilbijartinan wê li Başûrê Kurdistanê jî bike’
Gerîlayan bang kirin ku xwedî li sindoqan bê derketin û wiha gotin: “Yekane tişta bê kirin a ji bo mirovahî û azadiyê, ji bo pêşeroja xwe biryara rast dayîn e. Ji bo vê divê gelê me xwedî li dengên xwe û sindoqan derkevin.” -
9 kesên din jî hatin binçav kirin
Li Bedlîs û Tetwanê di serdagirtina malan de 9 welatî hatin binçavkirin. -
Malbata Rûbar Qamişlo çû serdana Şengalê
Malbata yek ji fermandarê YPG’ê Rûbar Qamişlo ku li Rojava têdikoşiya û jiyana xwe ji dest da, çû serdana gerîlayên li Şengalê. -
KCK: Em 7’ê Hezîranê AKP’ê di sindoqan de veşêrin
KCK got, "Em bang li gelê xwe û hêzên demokrasiyê dikin ji bo bibin bersiva komkujiya li dijî gelê Amedê, bi îradeyeke bi biryar û xurt ji bo serketina projeya HDP’ê, 7’ê Hezîranê AKP’ê di sindoqan de veşêrin." -
KJK: Em êrîşa li Amedê şermezar dikin
Koordînasyona KJK’ê êrîşa bombeyî ya li Amedê ya bi awayekî çavsorî pêk hat şermezar kir. -
Polîsan bi çekan êrîşî wesayîta HDP’ê kirin
Rawestîna girseyên li ber nexweşxaneyan a ji bo birîndaran didome. Li aliyê din maşîneya hilbijartinê ya HDP'ê ku li ber Nexweşxaneya Venî Vidî rawestiya bû rastî êrîşa polîsan a çekdarî hat.