YPG’ê têkildarî şer û pevçûnên di navbera rejîma Sûriye û çeteyên DAIŞ’ê de li ser daxwaza rûspiyên li Herêmê civînek li dar xist.
SERDAR ÇETÎN
HESEKÊ
şemî, 6 pûşperê 2015, 11:35
YPG’ê têkildarî şer û pevçûnên di navbera rejîma Sûriye û çeteyên DAIŞ’ê de li ser daxwaza rûspiyên li Herêmê civînek li dar xist. Eşîrên Ereb ên li derdora Hesekê dibêjin pêwîst e YPG mudaxeleyî herêmê bike.
Di civîna li ser daxwaza civaka Hesekê pêk hat, Ji fermandarên YPG’ê Garzan Efrîn û Lewend Rojava di civînê de amade bûn. Di civînê de ji Eşîrên Ereb Cîbur, Begara, Zoba, Şarabî, Meamra û Cihiş amade bûn. Her wiha ligel rûspiyên herêmê gel şêx, nûnerên TEV-DEM, PYD, Mala Êzidî û Xiristiyan di civînê de amade bûn.
Di civînê de rûspiyên herêmê daxwazên gel anîn ziman. Mîner Mislit ê yek ji şêxên eşîreta Cibur a li Iraq û Sûriyeyê yek ji eşîrên mezin e got: “Gelê Ereb dixwaze YPG mudaxeleyî vî şerî bike. Hêzên YPG/YPJ’ê yekane hêza li hember çeteyên DAIŞ’ê naşikin.”.
Yek ji fermandarê YPG’ê Garzan Efrîn behsa şerê li Hesekê yê di navbera rejîm û çeteyên DAIŞ’ê de kir. Efrîn got: “Şerek heye rast e. Lê em li ser navê YPG’ê dikarin vê sozê bidin we. Em ê destûr nedin çeteyên DAIŞ’ê bikevin Hesekê… Dîsa ji bo em tevlî şerê di navbera çeteyên DAIŞ’ê û rejîmê de bibin em ne ji kesekî destûrê digirin, ne jî li benda ketina rejîmê ne.”