KJK: Em êrîşa li Amedê şermezar dikin
Koordînasyona KJK’ê êrîşa bombeyî ya li Amedê ya bi awayekî çavsorî pêk hat şermezar kir.
Koordînasyona KJK’ê êrîşa bombeyî ya li Amedê ya bi awayekî çavsorî pêk hat şermezar kir.
Koordînasyona KJK’ê êrîşa bombeyî ya li Amedê ya bi awayekî çavsorî pêk hat şermezar kir. KJK’ê got: “AKP bi rewşa heyî li hember pêşkeveçûna demokratîk û aştiyane ya Tirkiyeyê benda herî sereke û dawî ye. Gel, jin, tevayî pêkhateyên olî-mezhebî, demokrat û sosyalîstên Tirkiyeyê wê vê bendavê 7’ê Hezîranê derbas bikin. Li ser vî esasî em bang dikin ku di 7’ê Hezîranê e deng bidin aştiya gelan, jiyaneke nû û doza mirovatiya mezin.”
Koordînasyona KJK’ê têkildarî êrîşa bombeyê ya li Amedê daxuyaniyeke nivîskî weşand. KJK’ê diyar kir ku bi pêvajoyeke pir qirêj û tehlûke ya ji destpêka pêvajoya hilbijartinê ve desthilatdariya AKP’ê bikaranîna derfetên dewletê ve bimeşîne rû bi rû ne û got, “HDP bi polîtîkayên xwe yên aştiyane û berfireh ji bo tevayî gel, bindest, pêkhateyên olî û bi taybet jin, ciwanan ku tevlî siyasetê dike bû îradeyeke çareseriyê ya nefes dide gelên Tirkiye, çavkaniya hêviyê û îradeya çareseriyê. Li hember vê pêşveçûnê AKP û Erdogan derfetên ku bigihînin armancên xwe yên rejîma otorîter-faşîst û bi tena xwe bibin desthilatdar winda kirine. Gel, jin û bindest ku her cure bendan derbas dikin û di avakirina jiyana nû û demokratîkbûna Tirkiyeyê de bilez pêş dikevin, sultaya 12 salan a KP’ê hejandiye. Bi vê hêrs û qehrê ku gelên me ber bi kaos û şer ve dibe, di bin siya tarî ya Destûra Bingehîn a 12’ê Îlonê de zemîna hilbijartinê ya jixwe ne demokratîk e dixwaze ji holê rake û daxwazên xwe yên rejîma otorîter-faşîst a bi rayeyên awerte pêk bîne.”
KJK wiha dewam kir: “Bi taybet beriya di pêvajoya hilbijartinan diravdaniya veşarî ku ji bo Serokkomar Erdogan hat qebûlkirin, delîlên ku wê di hilbijartinan de her cure provokasyon û operasyonên veşartî bên meşandin nîşan dida.
Armanca êrîşên li Giyadîn, Mersîn-Edene, Erzirom, Çewlik û herî dawî li Amedê ev e ku komkujiyên mezin pêk bînin, gelê me provoka bike û bikişîne zemîna pevçûnê. Em van êrîşên bi awayekî çavsorî hatine kirin lanet dikin. Sedema ku heta niha van êrîşan encam negirtiye îradeya polîtîk-rêxistinkirî, sekna aştiyane-demokratîk a gelê me ye
Bi saya hestyarî û hişyariya mezin a gelê me komkujî û provokasyona dihat xwestin di mîtînga Amedê de bê pêşxistin vala hatiye derxistin. Eger hestyarî û sekna bi biryar a gelê me tinebûya di bûyeran de wê bi hezaran mirov hatibana qetilkirin, wê gelên Tirkiyeyê ber bi atmosfera şer û kaosê hatiba kişandin. Careke din gelê Kurd garantoriya aştî, xwişk û biratî û welatekî demokratîk kiriye. Di vê oxirê de gelek berdêl dane. Heta niha rê li ber şehadeta 4 mirovên me û bi sedan birîndarên me vekiriye. Em ji malbatên kesên di vê êrîşê de jiyana xwe ji dest dane û gelê me yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin. “AKP bi rewşa heyî li hember pêşkeveçûna demokratîk û aştiyane ya Tirkiyeyê benda herî sereke û dawî ye.
Gel, jin, tevayî pêkhateyên olî-mezhebî, demokrat û sosyalîstên Tirkiyeyê wê vê bendavê 7’ê Hezîranê derbas bikin. Li ser vî esasî em bang dikin ku di 7’ê Hezîranê e deng bidin aştiya gelan, jiyaneke nû û doza mirovatiya mezin. Her dengê ji HDP’ê re wê bibe kevirê esasî yê jiyaneke nû û welatekî demokratîk.”