Rêxistinên civakî yên sivîl êrîş protesto kirin
Rêxistinên Civakî yên Sivîl ên li Amedê gotin "Tevî her tiştî jî aştî" û bi meşekê êrîşên duh ên bombeyî protesto kirin. Rêxistinan qurnefîl danîn cihê êrîşê.
Rêxistinên Civakî yên Sivîl ên li Amedê gotin "Tevî her tiştî jî aştî" û bi meşekê êrîşên duh ên bombeyî protesto kirin. Rêxistinan qurnefîl danîn cihê êrîşê.
Rêxistinên Civakî yên Sivîl ên li Amedê gotin "Tevî her tiştî jî aştî" û bi meşekê êrîşên duh ên bombeyî protesto kirin. Rêxistinan qurnefîl danîn cihê êrîşê.
Hemû rêxistinên civakî yên sivîl ên li Amedê, êrîşên bombeyî yên duh li hemberî mîtînga "Mirovahiya Mezin" a li Meydana Stasyonê şermezar kirin. Bi qasî hezar endam û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl li ber AZC Plaza civiyan û bi pankarta bi nivîsa "Tevî her tiştî jî aştî" ber bi cihê êrîşê ve dest bi meşê kirin.
Di meşê de bê navber dirûşmên "Kujer Erdogan" û "Bi berxwedanê re em ê bi ser bikevin" hatin qîrîn. Meş li ber trafoyê elektrîkê cihê êrîşa duyemîn lê rû da bi dawî bû û li ser navê rêxistinên civakî yên sivîl Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî li vir daxuyaniyek da.
Elçî anî ziman ku êrîşa hatiye kirin, hewldaneke derdorên dixwazin HDP'ê di binê bendê de bihêle ye û got, "Êrîşên di pêvajoya hilbijartinê de li hemberî HDP'ê hatin kirin û êrîşên duh ên bombeyî yên li vir, der barê dengdayîna sibe û rewşa piştî 8'ê Hezîranê de rê li ber fikarên mezin vedikin."
Elçî da xuyakirin ku tevî êrîşên bombeyî jî sekna HDP'ê ya bi berpirsyarî û aştiyane, pêşî li provokasyonên mezin girtiye û got, "Mixabin hewl tê dayîn ku vê rewşa aştiyane ya welatê me, bibe qurbanê hilbijartinekê. Bi mezinkirina aloziyê, bi rijandina xwînê re tê xwestin ku dest li vîna hilbijêran û encamên hilbijartinê were werdan. Welatê me ev yek gelekî dît. Ev êş gelekî kişand. Em ji van re dibêjin êdî bes e."
'YÊN ZEMÎN JI VÊ RE AMADE KIRIN SÛCDAR IN'
Elçî diyar kir ku ew weke rêxistinên civakî yên sivîl êrîşan bi tundî şermezar dikin û destnîşan kir ku yên ji van provokasyonan, ji van êrîşan re zemîn amade kirine, bi qasî yên êrîş kirine sûcdar in. Elçî banga berpirsyarî û xwînsariyê li tevahiya civakê kir û ji rayedaran jî xwest ku kiryarên rastî yên êrîşê aşkera bikin.
QURNEFÎL DANÎN CIHÊ ÊRÎŞÊ
Piştî daxuyaniyê, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl qurnefîl danîn ber trafoyê ku êrîş li ber rû dabû. Welatiyekî di vê êrîşê de bi sivikî birîndar bû li vê derê anî ziman ku ew ê neyên provokasyonan û destnîşan kir ku ew ê bersiva pêwîst sibe di sindoqan de bidin.