KURDISTAN
Meclisa Gel a Şengalê û Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi daxuyaniyekî bernama 12’emîn salvegera Fermana 3’yê Tebaxê eşkere kirin. Wê 10 rojan li Sûka Serî ya Şengalê çalakiyên bîranînan bên lidarxistin.
Xelkê Xaçortê ku li dijî zêdebûna firotina tiryakê li taxên xwe di destê wan de dar û nobetê digirin, diyar kir ku ew ji bo parastina siberojê li wir in û got, ew ê têkoşînê bidomînin.
Dûran Kalkan diyar kir ku neguhertina mercên li Îmraliyê baweriya bi pêvajoyê lawaz kiriye û got, guhertina qanûnî eger mercên kar û jiyana azad û siyaseta demokratîk a Rêber Apo li xwe negire, wê neyê qebûlkirin.
Rêveberiya Tevgerê: Li gorî xwezaya pirsgirêkê ya ku tê xwestin bê çareserkirin, divê qanûnek bê derxistin ku ji Rêbertî heta bi şervanan her kesî tevlî siyaseta demokratîk bike ku azadiya fikrî û rêxistinbûnê lê tam e.
KCK'ê di salvegera Şoreşa Rojava de daxuyanî da û got, "Gelê Rojavayê Kurdistanê destketiyên xwe hemû li ser xeta Rêber Apo bi dest xistiye. Wê ji niha û pê ve jî destketiyên xwe li ser xeta Rêber Apo biparêze û bi pêş ve bibe."
Hemû Nûçe
-
Walîtî: 3 kes mirin, 3 kes birîndar bûn
Walîtiya Amedê piştî êrîşa li semta Şehîtlîkê ya Amedê pêk hat, daxuyanî da. Walîtiyê diyar kir ku di bûyerê de 3 kesan jiyana we ji dest da û 3 kes birîndar bûn.
-
-
-
-
-
Li Amedê provokasyon
Li Amedê piştî ku Serokê ÎHYA-DER’ê Aytaç Baran hate kuştin komek bi çekên luledirêj ve bi ser taxê de girtin. Koma çekdar ewil bi ser Komeleya Welatiyên Wekhev û Azad a Taxa Şehîtlîkê de girtin.
-
Cenazeyên 10 şervanên YPG’ê ji Rojava hatin oxirkirin
Bi hezaran welatiyên Dêrikê û Girkê Legê cenazeyên 10 şervanên YPG’ê yên di berxwedana kantona Cizîrê de jiyana xwe ji dest dan di Deriyê Sînor ê Sêmalka re derbasî Başûr kirin, ji wir jî wê ber bi Bakur ve bêne oxirkirin.
-
Li Amedê rageşî
Di êrîşa bi çek a li Taxa Şehîtlikê ya Yenîşehirê de Serokê Yenî ÎHYA-DER'ê jiyana xwe ji dest da. Hat ragihandin ku piştî êrîşê komeke çekdar li cihê êrîşê gule reşandine û tevî welatiyan hin rojnamegeran jî derb kirine.
-
YPG: 15 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin
Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku di şerê li Kobanê û Cizîrê derbeyên giran li çeteyan hatin xistin û got ku 15 cenazeyên çeteyan û gelek çek û cebilxane ketin dest.
-
-
149 sal ceza dan siyasetmedarên Kurd
Li Wanê di doza ku 16 siyasetmedarên Kurd dihatin darizandin de biryar derket. Di doza ku ji 2012’an heta niha didome de ji 16 siyasetmedarên Kurd re bi îdîaya “endamê rêxistinê ne” bi 149 sal ceza hate birîn.
-
Li hember Avaşîn êrîşa bi obus û hewanan
Qereqola Oremar a girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê li hember qada Tepê Derte ya girêdayî herêma Zagros a yek ji Herêmên Parastinê yên Medya bi obus û hewanan bombardûmanek pêk aniye.
-
KCK: Divê encamên hilbijartinê rast bên fêmkirin
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê destnîşan kir ku HDP'ê serketineke mezin bi dest xistiye. KCK'ê bang li hemû hêzên siyasî kir ku encamên vê hilbijartinê rast binirxînin û berpirsyariyê wê bicih bînin.
-
-
-
-
-
-
Şêxê Çiyê: Evdilezîz
Di çarçoveya 'Pêngava Fermandar Rûbar Qamişlo' ya ji bo paqijkirina rojavayê Kantona Cizîrê ji çetyeên DAIŞ'ê di roja 6'ê Gulanê de hat destpêkirin û hînê dewam dike de, hêzên YPG/YPJ'ê bi sedan gund azad kirine.
-
-
-
YPG'ê 2 gundên din rizgar kir
Şervanên YPG/YPJ’ê şevê din gundên Til Ebdela û El-Sukerî yên 6 kîlometreyan nêzî bajaroka Silûk ji çeteyan paqijkirin.
-
-
-
Cenazeyê Arslan şandin Bismilê
Civan Arslan ê 17 salî ku di mîtînga HDP'ê ya Amedê de piştî êrîşa bombeyî birîndar bû, li nexweşxaneya lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Arslan şandin navçeya Bismilê.