KONGRA GEL: Serketina HDP’ê li gelên me pîroz be

Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal, daxuyaniyek nivîskî da û serketina HDP’ê pîroz kir.

Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal, daxuyaniyek nivîskî da û serketina HDP’ê pîroz kir.

Kartal diyar kir ku ew yekane partiya ku bêyî nîqaş hilbijartinên 7’ê Hezîranê ku bin êrîşên rasterast ji aliyê Serokkomar Erdogan û hikûmeta AKP’ê ve hatine birêvebirin, di şert û mercên newekhev de pêk hatine, qezenç kiriye, HDP’ê bi coş û kelecaneke mezin pîroz dikin. “

EM HEMÛ KESÊN KU KEDA WAN DERBAS BÛYE PÎROZ DIKIN

Kartal di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku ew hemû kesên ku keda wan di têkoşîna hilbijartinê ya zehmet a bi biryar, hestiyariyek mezin li dijî provokasyonên AKP’ê hatiye meşandin, silav dike û got: “Gelên me ku ev têkoşîna bi heybet bi dengên xwe bi serketinê tacîdar kirin, di pêşketina têkoşîna aştî û demokrasiyê de jî bû pêngaveke mezin. Di çarçoveya pêvajoya çareseriyê ya ku bi manîfestoya Rêber Apo ya Newroza 2013’an hat destpêkirin de, jin û ciwanên HDK û HDP’ê xwe rêxistin kirin û bûn mewziya têkoşîna demokratîk a hevpar a hemû nasnameyan. Li dijî rejîma sultaniyê ya ku ji aliyê Serokkomar Erdogan ve hewl hat dayîn bê avakirin, vê mewziya têkoşîna demokatîk têkoşîna herî bi îstîkrar meşand.  Ev mewzî bûye yekane ewlehî û rêya rizgariya hemû gelan û bindestan. Di pêvajoya maratona hilbijartinê de sedema êrîşên li dijî HDP’ê jî ev bûn.”

GELÊ KURDISTANÊ SÎLEYEK MEZIN LÊ XIST

Kartal da xuyakirin ku gelan di hilbijartinê de xwedî HDP’ê derketine û planên Erdogan û hikûmeta AKP’ê vala derxistine û wiha pê de çû: “Êdî xeyalên serokatiyê û dema desthilatdariya hikûmeta AKP’ê û Tayyîp Erdogan qediyaye.”

Kartal anî ziman ku di hilbijartinan de gelê Kurd sîleyek mezin li AKP’ê xistiye û got: “AKP li piranî bajarên Kurdistanê wek çopê hatiye, paqijkirin. Gelê Dêrsimê ji CHP’ê hesabê komkujî û qirkirinê pirsî ye. Bi vî awayî gelê Kurd derseke mezin daye partiyên pergalê.”

HDP WÊ ROLEK GIRÎNG BILÎZE

Kartal di dawiya axaftina xwe de got: “Gelê me yê qezenç kiriye, hêviya aştî û demokrasiyê ye. Îradeya hevpar a gelên me ku wê pêşerojek azad û demokratîk biafirîne. Bi van encamên hilbijartinê re wê hevsengiyên hêza siyasî ya Tirkiyeyê ji nû ve bê sazkirin û di dema nû de wê HDP rola girîng bilîze. Hem di siyaseta Tirkiyeyê, hem li parçeyên Kurdistanê, hem li Rojhilata Navîn û hem jî di têkiliyê navneteweyî de wê HDP roleke stratejîk bilîze. Di mijara çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûnê di derbaskirina krîza li Tirkiyeyê û herêmê tê jiyîn de wê rola sereke bilîze.

Em li ser vî esasî di pêvajoya têkoşîna nû ya HDP’ê de serketinê dixwazin û em serketina hilbijartinê ji dil pîroz dikin.”