Ji bo Mehmet Abbasoglû li Amedê taziye

Ji bo Serokê Giştî yê DEHAP’ê Mehmet Abbasoglû li Mala Cem û Çandê ya Pîr Sûltan Abdal taziye hat danîn.

Ji bo Serokê Giştî yê DEHAP’ê Mehmet Abbasoglû yê ji ber nexweşiya pençeşêrê li nexweşxaneya lê tedawî didît 5’ê Hezîranê jiyana xwe ji dest da, li Mala Cem û Çandê ya Pîr Sûltan Abdal taziye hat danîn. Di taziyeya di pêşengiya Komîsyona Rêveberiyên Xwecihî ya DBP’ê de hat danîn, hevşaredarên Amed, Şirnex, Dêrsim û Wanê, MEYA-DER, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, rêveberên HDP û DBP’ê, parlamenterên HDP’ê Nîmetullah Erdogmuş, Osman Baydemîr û Dîlek Ocalan û hevalên têkoşînê yên Abbasoglû amade bûn.

Taziye ji aliyê hevsera Abbasoglû Ferîde Abbasoglu hatin qebûlkirin. Endamê Meclîsa Partiyê ya DBP’ê Huseyîn Yilmaz ê di taziyeyê de axivî got: "Mirovekî wiha bû ku emrê xwe û dilê xwe dabû têkoşîna azadiyê. Em xwedî lê derdikevin û em ê bîranîna wî di têkoşîna xwe de bidin jiyîn.”

Hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê Firat Anli jî behsa jiyana têkoşîna Abbasoglû kir û got wê ala wî nexînin erdê.

Hevsera Abbasoglu Ferîde Abbasoglû jî bi gotina, “Serê gelê Kurd sax be” dest bi axaftina xwe kir. Abbasoglû diyar kir ku gelê Kurd bi saya berdêlên dane ev têkoşîn mezin kirine û xwedîderketina gel a li Abbasoglu êşa wan sivik dike. Abbasoglû, ji malbatên kesên di êrîşa bombeyî ya Amedê de jiyana xwe ji dest dane re sersaxî xwest.

Taziye bi xwarin û belavkirina luqmeyan bi dawî bû.