Ciwan Arslan ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxirkirin

Ciwan Arslan ê di êrîşên bombeyî yên li Amedê de jiyana xwe ji dest da, bi merasîmeke bi beşedariya hezaran kesî, ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxirkirin.

Ciwan Arslan (17) ê di êrîşên bombeyî yên li mîtînga HDP'ê ya li Amedê de birîndar bû, li Beşa Lezgîn a Cerrahiya Giştî ya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê duh jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Arslan li gundê Hola yê Bismilê hat veşartin.

Cenazeyê Arslan, tevî rêveberên HDP, DBP'ê yên bajar û navçeyan, parlamenterên Amedê, nûnerên MEYA-DER'ê û Hevşaredarên Bismilê ji aliyê bi hezaran kesî ve ji nexweşxaneyê hat wergirtin û bi konvoyeke ji sedan wesayîtî ber bi gundê Hola yê Bismilê ve hat şandin. Girseya gel li pêşiya gund cenaze ji wesayîta cenaze derxist, danî ser milan û bi qîrîna dirûşmên "Şehîd Namirin" û "Kujer Erdogan" anî goristana gund.

Cenaze li ber duayan hat veşartin. Piştî veşartinê Hevserokê MEYA-DER ê Amedê Mehmet Yaşar li vir peyivî û diyar kir ku hêzên serdest ji bo vîna gelê Kurd bişikînin her tim serî li her rê û rêbazan daye û got, "Gelê Kurd bi mîtîng û meşên xwe re her tim nîşan daye ku ew ji vê rewşê ne razî ne. Daxwaza gelê me ya li wê qadê civiya, jiyaneke azad û demokratîk bû. Bi sed hezaran kesên ji bo hilweşandina benda hilbijartinê civiyan, ew bend hilweşandin. Gelê Kurd bi saya şehîdên xwe bi ser ketiye."

Hevserokê DBP'ê yê Bajêr Alî Şîmşek jî destnîşan kir ku bi saya sekna wêrekî ya gelê Kurd, komkujî pûç bûye.

Ji bo Arslan wê li Mala şînê ya Badika ya li navçeya Baglarê şîn were dayîn.