149 sal ceza dan siyasetmedarên Kurd

Li Wanê di doza ku 16 siyasetmedarên Kurd dihatin darizandin de biryar derket. Di doza ku ji 2012’an heta niha didome de ji 16 siyasetmedarên Kurd re bi îdîaya “endamê rêxistinê ne” bi 149 sal ceza hate birîn.

Li Wanê di doza ku 16 siyasetmedarên Kurd dihatin darizandin de biryar derket. Di doza ku ji 2012’an heta niha didome de ji 16 siyasetmedarên Kurd re bi îdîaya “endamê rêxistinê ne” bi 149 sal ceza hate birîn.

Li Wanê “doza KCK’ê” ya 16 siyasetmedarên Kurd bi encam bû. Di 2012’an de di encama serdegirtinên bin navê “KCK’ê” de Şaredarê Çelebîbagê yê wê demê Erdal Keser, Şewirmendê Şaredariya Bajarê Mezin ê Wanê Saît Kantarcioglu, Serokê BDP’ê yê wê demê Yakup Ataş, Rêveberê BDP’ê yê berê Nacî Erol, Rêveberê BDP’ê Naîf Ugraş û Hesabgirê BDP’ê yê Wanê yê berê Naîm Işik, Hevseroka BDP’ê Fevziye Şîran, Seroka Meclîsa Giştî ya Bajar Semîra Varli, Endamê PM a BDP’ê Huseyîn Dag, Rêveberê BDP’ê yê bajar Îbrahîm Alkan, ji mamosyeyên berê yê Mala Piştgiriya Perwerdehiyê Meral Gungor, Rêveberê MEYA-DER’ê yê berê Îshak Aslan, rêveberê BDP’ê yê berê Îsmaîl Demîr û Serokê BDP’ê yê Elbakê Selahattîn Bozkurt, Senar Etler û Adil Adiyaman hatibûn girtin. Ji 16 siyasetmedarên ku hatin girtin ji wan 8 kes di rûniştina yekemîn de hatibûn berdan û 8 kes jî piştî saleke di rûniştina duyemîn de hatibûn berdan.

Di rûniştina biryarê ya 16 siyasetmedarên Kurd a li 2’yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Wanê pêk hat, ji Îsmaîl Demîr re 12 sal û 6 meh, ji Naîf Ograş re 11 sal û 3 meh, ji M. Naîm Işik re 11 sal û 3 meh, ji Saîd Kantarcioglu re 12 sal û 6 meh, ji Veysel Keser re 12 sal û 6 meh, ji Semîra Varli re 10 sal, ji Fevziye Şîran re 11 sal û 3 meh, ji Huseyîn Dag re 12 sal û 6 meh, ji Nacî Erkol re 7 sal û 6 meh, ji Senar Etler re 7 sal û 6 meh, ji Adil Adiyaman re 7 sal û 6 meh, ji Meral Gungor re 11 sal û 3 meh, ji Selahattîn Bozkurt re 6 sal û 3 meh, ji Îbrahîm Alkan re 7 sal û 6 meh, ji Îshak Arslan re 7 sal û 6 meh ceza hate birîn, Yakup Ateş jî beraat kir.

Parêzeran li dijî 149 sal cezaya ku bi îdîaya “endamên rêxistinê ne” ji siyasetmedarên Kurd re hate birîn nerazîbûn nîşan dan û wê li Dadgeha Bilind îtiraz bikin.