KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li gundê Gettar dagirkeriya çeteyan bi dawî bû
Şervanên YPG/YPJ’ê di çarçoveya Hemleya Fermandar Rûbar Qamişlo de, gundê Gettar ji bin dagirkeriya çeteyan derxist. -
Tevgera hewayî ya artêşa Tirk didome
Tevgera hewayî ya artêşa Tirk a li hember herêmên gerîla didome. -
Kontrayan duh bi şev gule li wesayîta Aslan reşandin
Derket holê ku kontrayan duh bi şev li navçeya Peyasê gule li wesayîta Bawer Aslan reşandine. Di êrîşê de Aslan ji milê xwe birîndar bû. -
Cezayên li siyasetmedarên Kurd hatin birîn li Wanê hatin protestokirin
149 sal cezayê ragirtinê yê li 16 siyasetmedarên Kurd ên di operasyonên qirkirina siyasî de li Wanê hatibûn binçavkirin hate birîn, bi daxuyaniyeke çapemeniyê hat protestokirin. -
Cenazeyê şervanê YPG'ê Tok hat veşartin
Şervanê YPG'ê Evdal Tok (Rûbar Bêkes) bi merasîmeke bi beşdariya hezaran kesî hat oxir kirin. -
Walîtî: 17 kes hatin binçavkirin
Walîtiya Amedê da xuyakirin ku piştî bûyerên duh ên li bajêr qewimîne, polîsan avêtine ser 27 navnîşanan û di encamê de 17 kes kirine binçavan. -
Plakaya wesayîta êrîşkarên li Amedê hat tespîtkirin
Plaka û marka wesayîta di êrîşa li semta Hûzûrevlerî ya Amedê de ji aliyê komên çekdar ve hat bikaranîn, hat tespîtkirin. -
3 kesên ji aliyê kontrayan ve hatin qetilkirin hatin veşartin
HDP'yî Bayram Dagtan, Bayram Ozelçî û Emîn Ensen ên li Amedê ji aliyê kontrayan ve hatin qetilkirin, bi merasîma bi beşdariya hezaran kesî ber bi rêwîtiya dawî ve hatin oxirkirin. -
Li Amedê 7 kes hatin binçavkirin
Polîsan serê sibehê bi ser Komeleya Welatiyên Azad û Wekhev a li taxa Gazîlerê ya navçeyê Peyasê de girtin. Di encama serdegirtinê de 5 jê endamên komeleyê, 7 kes hatin binçavkirin. -
ÎHD: Em li dijî hêzên tarî bibin xwedî helwest
Şaxa ÎHD’a Amedê hişyar kir ku tê xwestin planek kaosê bê afirandin û diyar kir ku divê li dijî hêzên tarî yên provokasyonê helwest bê girtin û ji bo parastina aştiyê jî hestiyar tevbigerin. -
Parlamenterê HDP'ê yê Dêrsimê Onlu: Em ê nexwazin, em ê bicih bînin
Parlamenterê HDP'ê yên Dêrsimê Edîbe Şahîn û Alîcan Onlu, Haveşdarê Dersimê Mehmet Alî Bûl û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl ziyaret kirin û ji ber bersiva dîrokî ya 7'ê Hezîranê spasiyen xwe pêşkêşî wan kirin. -
Li Amedê mal hatin nîşan kirin û gule danîn ber deriyan
Li taxa Şêx Şamîl a Amedê ku Komeleya Welatiyên Azad û Wekhev lê ye, bi dehan deriyên malan hatin nîşan kirin û her yekê guleyek tivingê danîn ber. -
Li Hesekê civîna awarte
Meclîsa Giştî ya Bajarê Hesekê, ji ber rewşa şer a li bajêr bi awayekî awarte civiya. Meclîsa ji 131 endaman, rewşa giştî ya bajêr nirxand. -
Polîsên Tirk avêtin ser komeleyên Welatiyên Azad û Wekhev
Polîsên Tirk ên ku ji bo girtina kontrayên li Amedê gel qetil dike û bi çekan li navenda bajêr digerin tiştekî nakin, bi hevdemî avêtin ser komeleyên Welatiyên Azad û Wekhev. -
3 şervanên YPG'ê hatin veşartin
3 şervanên YPG'ê yên li Kobanê jiyana xwe ji dest dan, bi merasîmeke girseyî hatin veşartin. -
KCK: Êrîşên li Amedê êrîşên ji AKP'ê ne
KCK'ê destnîşan kir ku êrîşên li Amedê û bûyerên qewimîne, êrîşên AKP'ê yên ji bo çewisandina gel in. KCK'ê diyar kir ku hikûmeta AKP'ê bi êrîşa li Amedê re li hemberî gelê Kurd şer îlan kiriye. -
Nasnameya gerîlayekî di 1997'an de jiyana xwe ji dest da hat aşkerakirin
Komîteya Rêveber a PKK'ê û Komîteya Piştgiriya Malbatên Şehîdan a PKK'ê da xuyakirin ku gerîlayê ARGK'ê Ahmet Dûrak bi nasnav Xemgîn, di sala 1997'an de li Kurê Jehro jiyana xwe ji dest daye. -
Li Xançepek û Yogûrtlû polîs êrîşî ciwanan dikin
Li semtên Xançepek û Yogûrtlû yên navçeya Sûr a Amedê polîsan êrîş bir ser ciwanên êrîşa li hember sîvîlan şermezar dikin. -
Cenazeyên şervanên YPG/YPJ’ê li Silopiya bi girseyî hatin pêşwazîkirin
Cenazeyên 10 şervanên YPG/YPJ’ê yên li Kantona Cizirê ya Rojava jiyana xwe ji dest dan, anîn Silopiyayê. Cenazeyên şervanan, ji ber bûyerên îro li Amedê pêk hatin, wê yekser bişînin bajarên wan. -
Walîtiya Amedê diyar kir 6 kes hatine binçavkirin
Walîtiya Amedê têkildarî êrîşên kontra yên li bajêr diyar kir ku bi giştî 6 kes hatine binçavkirin. -
Nasnameya kesên li Amedê hatin qetilkirin diyar bû
Li Amedê piştî Serokê Yenî Îhya-Derê Aytaç Baran hat kuştin, komek çekdar êrîşî derdorê kirin û 3 kes înfaz kirin. -
Demîrtaş banga veşikîna ji kolanan kir
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş têkildarî provokasyona çekdarî ya Amedê daxuyanî da û got: “Li Amedê lîstîka qirêj tê pêşxistin. Dixwazin şerê navxweyî derxin. Hemû partî pêwîst e bi sebr û aqlê hevpar tevbigerin.” -
Kesên çekdar wezîfedarên nexweşxaneyê tehdît kirin
Li Amedê piştî bûyerên çekdarî pêk hatin û 3 kesan jiyana xwe ji dest dan, komek kesên rûpoş û çekdar li pêş çavên polîsan li dora Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn digerin. Polîs temaşe dike û mudaxale nake. -
Balûken: Ji mirin û provokasyonan AKP berpirsyar e
Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Îdrîs Balûken, di daxuyaniya têkildarî êrîşa Amedê de diyar kir ku di hemû mirinên pevajoya hilbijartinê û piştî wê de provokasyon û kemînên AKP’ê berpirsyar in. -
Koma çekdar bi ser mala Dagtan de girtin û ew kuştin
Di bûyera çekdarî ya li Semta Şehîtlîk a Yenîşehîrê de, kesên çekdar bi ser malekê de girtin û di serdegirtina malê de welatiyê bi navê Bayram Dagtan kuştin.