Cenazeyên şervanên YPG/YPJ’ê li Silopiya bi girseyî hatin pêşwazîkirin

Cenazeyên 10 şervanên YPG/YPJ’ê yên li Kantona Cizirê ya Rojava jiyana xwe ji dest dan, anîn Silopiyayê. Cenazeyên şervanan, ji ber bûyerên îro li Amedê pêk hatin, wê yekser bişînin bajarên wan.

Cenazeyên 10 şervanên YPG/YPJ’ê yên li Kantona Cizirê ya Rojava jiyana xwe ji dest dan, anîn Sîlopiyayê. Cenazeyên şervanan, ji ber bûyerên îro li Amedê pêk hatin, wê yekser bişînin bajarên wan.

Li Kantona Cizirê ya Rojava di şerê li dijî DAIŞ'ê de 10 şervanên YPG/YPJ’ê jiyana xwe ji dest dan. Ji bo endamên Hêzên Azadiya Hevpar (BOG) Mahir Arpaçay (Turan Arda) û endamên YPG'ê Veysel Elverdi (Diyar Piran), Veysi Kaplan (Andok Dara), Îlhan Daghan (Kurtay Kendal), Cesur (Şoreş Gabar), Fuat Turan (Adil Şirnex), Evdal Tok (Rûbar Bêkes), Beyttulah Ozkan (Çekdar), Mustafa Cirek (Axin Ruha) û enadam YPJ'ê Saliha Sert (Zelal Amanos) li Derikê merasimek pêk anîn. Di merasîmê de malbatên şervanên Kurd, MEYA-DER û gelek welatiyên din amade bûn. Malbatan piştî merasîmê cenazeyên xwe ji rêveberên kantonê girtin û di Deriyê Sînor ê Xabûrê re derbasî Silopiyayê kirin. Li Sîlopiyê cenaze ji aliyên Wekîlê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz û Leyla Birlik, rêveberên DBP û HDP, MEYA-DER'ê, YAKAY-DER jî di nav de hezaran kesan ve hat pêşwazîkirin. Cenazeyên şervanên Kurd li ser sînor bi siloganên "Şehîd namirin" hatin pêşwazîkirin. Cenaze bi karwanek mezin anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiyayê. Dema karwanên cenazeyan derbas dibûn, bi sedan welatiyên derketin ser rê alên KCK û YPG'ê rakirin û posterên şervanan danîn ser serê xwe û maçî kirin.

Cenaze piştî li Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiyayê kar û barên wan bên kirin wê yekser bişînin bajaren wan. Dihat plankirin ku cenazeyan bişînin Amedê û ji wir bişînin bajarên wan. Lê piştî bûyer li Amedê pêş ketin ev plan hat betalkirin. Niha rawestina hezaran kesan li ber Nexweşxaneyê didome.

Sibê wê cenazeyê şervanê Kurd Mahir Arpaçay (Tamer Arda) bişînin Stenbolê, cenazeyê şervanê YPG'ê Îlhan Daghan (Kurtay Kendal) bişînin Wanê, cenazeyê YPG'î Veysel Elverdi (Diyar Piran) bişînin Amedê, Cenazeyê Veysi Kaplan (Andok Dara) bişînin Navçeya Qereziya Erziromê, Cenazeyê Îsa Cesur (Şoreş Gabar) û Fuat Turan (Adil Şirnex) bişinin Şirnexê. Cenazeyê Evdal Tok (Rûbar Bêkes) li navçeya Sîlopiyê, cenazeyê Mustafa Cirek (Axin Ruha) bişînin Rihayê, Cenazeyê Beyttulah Ozkan (Çekdar) bişînin Serêkaniyê ya Rihayê û cenazeyê şervana YPJ'ê Saliha Sert (Zelal Amanos) jî bişînin Rihayê.