Li gundê Gettar dagirkeriya çeteyan bi dawî bû

Şervanên YPG/YPJ’ê di çarçoveya Hemleya Fermandar Rûbar Qamişlo de, gundê Gettar ji bin dagirkeriya çeteyan derxist.

Şervanên YPG/YPJ’ê di çarçoveya Hemleya Fermandar Rûbar Qamişlo de, gundê Gettar ji bin dagirkeriya çeteyan derxist.

Li gorî agahiyên ku nûçegihanên ANHA’yê, çeteyên DAIŞ’ê yên ku ji ber operasyonên YPG/YPJ’ê direvin, îro di saetên serê sibehê de, pira li gundê Gettar ê li ser rêya di navbera Mebruka û Suluk de teqandin. Lê şervanên YPG/YPJ’ê operasyonên xwe domandin û saet derdora 11.30’an de gundê Gettar ku 5 km nêzî bajaroka Suluk e, ji bin dagirkeriya çeteyan derxist û rizgar kir.

Şervanên YPG’ê di saetên serê sibehê de jî li heman herêmê girekî stratejîk rizgar kiribûn.