Cenazeyê şervanê YPG'ê Tok hat veşartin

Şervanê YPG'ê Evdal Tok (Rûbar Bêkes) bi merasîmeke bi beşdariya hezaran kesî hat oxir kirin.

Cenazeyê şervanê YPG'ê Evdal Tok (Rûbar Bêkes) ê di 6'ê Cotmeha 2014'an de li Rojavayê Kurdistanê di şerê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da, li navçeya Şirnex Silopiyê hat veşartin. Piştî otopsiya li Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiyê, tevî parlamenterên HDP'ê yên Şirnexê Leyla Bîrlîk, Aycan Îrmez û Ferhat Encu li gel bi hezaran kesî cenaze anîn goristanê. Girseya gel di meşa ber bi goristanê de bê navber dirûşma "Şehîd Namirin" qîriya.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê ya li ber sirûda "Ey Reqîp" Hevserokê MEYA-DER'ê yê Cizîrê Qasim Yîgît peyivî. Yîgît diyar kir ku gelê Kurd di sedsala 21'an de destan nivîsandiye û got, "Şehîd Rûbar şehîdê çaran ê malbata xwe heye. Malbata Şehîd Rûbar, ji ber ku di salên 90'î de ji neçarî hat koçberkirin û niha li kampa Mexmûrê ye, îro nekarî bihata ser gora zarokên xwe."

Hevserokê Rêxistina DBP'ê ya Bajêr Salîh Gulenç jî bal kişand ser bûyerên li Amedê qewimîn û got, "Em hevalên xwe yên di êrîşan de hatin qetilkirin bi rêzdarî bibîr tînin. Bila hikûmeta AKP'ê vê baş bizanibe ku sînorekî gelê Kurd jî heye û bila vê sebrê nefûrîne. Gelê Kurd gelekî baş dizane şer jî bike, aştiyê jî pêk bîne."

Apê şervanê YPG'ê Tok Mehmet Tok jî ji tevahiya gelê Kurd re sersaxî xwest. Piştî axaftinan cenazeyê Tok li ber tililî û dirûşmeyan hat veşartin.

Li dû merasîmê bi hezaran kes çû konê sersxweşiyê yê li Taxa Barbaros.