Plakaya wesayîta êrîşkarên li Amedê hat tespîtkirin
Plaka û marka wesayîta di êrîşa li semta Hûzûrevlerî ya Amedê de ji aliyê komên çekdar ve hat bikaranîn, hat tespîtkirin.
Plaka û marka wesayîta di êrîşa li semta Hûzûrevlerî ya Amedê de ji aliyê komên çekdar ve hat bikaranîn, hat tespîtkirin.
Plaka û marka wesayîta di êrîşa li semta Hûzûrevlerî ya Amedê de ji aliyê komên çekdar ve hat bikaranîn, hat tespîtkirin. Li gorî vê yekê, wesayîta bi marka Fîorîno ya bi plakaya '21 KH 206' di êrîşa li hemberî gel de hatiye bikaranîn.
Welatiyan plakaya wesayîtê tespît kirin û diyar kirin ku bi vê wesayîtê re kesên çekdar hatine herêmê û piştî êrîşê bi heman wesayîtê reviyane.
Şahidan anîn ziman ku ev wesayît ji aliyê wesayîtên zirxî yên bi tîpa 'akreb' ên polîsan ve hatiye parastin diyar kir ku di êrîşê de wesayîteke din a bimarka Nîsan a reş hatiye bikaranîn, ku plakaya vê jî bi '21 KH' destpê dike.