KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
YPG’ê nasnameya 3 şervanan aşkera kir
Navenda Çapemenî û Ragihandina YPG’ê nasnameya 3 şervanên YPG’ê yên di berxwedana kantona Cizîrê de jiyana xwe ji dest dane aşkera kir. -
Malbatên Roboskî serketina HDP’ê ji bo darizandina kujeran hêvî ye
Malbatên Roboskî çalakiya xwe ya lêgerîna dadê ya hefteya 180’an li dar xistin û gotin serketina HDP’ê ya 7 Hezîranê wê kujerên Komkujiya Roboskî bidarizîne. -
Şervanê YPG’ê Kaya ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxirkirin
Cenazeyê Şervanê YPG'ê Mahmut Kaya (Erdal Zagros) ê di operasyonên li rojhilatê Kobanê de birîndar bû û anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê û jiyana xwe ji dest da li navçeya Ceyhanê ya Edeneyê hate definkirin. -
Li hember Hevşaredarê Mehmûdî êrîşa bi keviran
Hevşaredarê Mehmûdî Abdulkadîr Çalişkan dema bi wesayîta xwe diçû rastî êrîşa bi keviran hat. -
Cenazeyê şervanê YPG’ê Bromfield ji aliyê rayedarên DYA’yê ve hat wergirtin
Cenazeyê şervanê YPG’ê yê DYA’yî Keith Thomas Broomfield (Gelhat Rûmet) ji aliyê rayedarên Konsolosxaneya Edeneyê ya DYA ve ji Deriyê Sînor ê Murşîtpinar ve hat wergirtin. -
Cenazeyên 3 şervanên YPG/YPJ’ê derbasî Bakurê Kurdistanê kirin
Cenazeyê 2 şervanên YPJ’ê û cenazeyê şervanê YPG’ê yên di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest dabûn derbasî Bakurê Kurdistanê hatin kirin. -
YPG: 15 gund û 16 gundik hatin rizgarkirin, 28 çete hatin kuştin
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê da xuyakirin ku di operasyonên YPG/YPJ'ê de li rojavayê Kantona Cizîrê 8 gund û 16 gundik, li başûrrojhilatê Kobanê jî 7 gund rizgar kirine. Di van operasyonan de herî kêm 28 çete hatin kuştin. -
Li ser rêya Farqîn-Amed tûpên binê wan jêkirî hatin dîtin
Li Amedê li ser îxbarekê li ser rêya Farqîn-Amed di du kamyonetan de tûpên binê wan jêkirî hatin girtin. -
Saziyên Kurd ên li Ermenîstanê serketina HDP'ê pîroz kirin
Saziyên Kurd ên li Ermenîstanê li paytext Erîvanê daxuyaniyek dan çapemeniyê û serketina HDP'ê pîroz kirin. -
Rûniştina doza birîndarkirina Karataş hat taloqkirin
Rûniştina doza darizandina Emrah Akman ê ku bi kêrê endamê Meclîsa Partiyê yê HDP'ê Ahmet Karataş birîndar kiribû hat dîtin. -
Kontrayan xwest di navbera Licê-Hênê de wesayîtan rawestînin
Hat diyarkirin ku kontrayan di navbera Licê-Hênê de xebatên xwe zêde kirine, duh bi şev xwestine hin wesayîtan rawestînin. -
Ji artêşa Tirk operasyon, bombebaran û tevgera hewayî
Operasyonê leşkerî, êrîşa bi topan û tevgera hewayî yên artêşa Tirk bê navber dewam dikin. -
Li Şengalê çeteyek hat kuştin
HPG’ê diyar kir di şerê navbera gerîla û çeteyan de çeteyek hat kuştin. -
Tevlîbûna li Tabûra Azadiyê ya Enternasyonalîst dewam dike
Ji Elmanyayê şervanekî bi navê Ernesto tevlî Tabûra Azadiyê ya Enternasyonalîst a duh li Rojava hat damezrandin, bû. -
Bi hezaran kesan Elverdî yê YPG’î oxir kirin
Cenazeyê Şervanê YPG'ê Veysel Elverdî (Diyar Pîran) ê li Hesekê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da li Amedê bi tevlîbûna hezaran kesan hate definkirin. -
Şervanên YPG/YPJ'ê 3 gundên din rizgar kirin
Şervanên YPG/YPJ'ê, gundên Esal Şerqî, Camusi Tebxan û Ebu Heyya yên bajarokê Silûkê rizgar kirin. -
Demîrtaş: Bila heyeta me biçe Îmraliyê, hevdîtin ji nû ve destpê bikin
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Demîrtaş da xuyakirin ku ew xwe ji bo mûxalefeteke xurt amade dikin û ji bo pêvajoya çareseriyê jî destnîşan kir ku divê heyet tavilê biçin Îmraliyê û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinan bikin. -
'Dema dîtin nikarin Kurdan provoke bikin, Baran kuştin'
Parlamentera HDP'ê ya Agirî Taşdemîr diyar kir ku feraseta AKP'ê ya ji bo çareserkirina pirsgirêkên li welêt nîne û destnîşan kir ku AKP ev pêvajo ji bo xurtkirina xwe û mayîndekirina desthilatdariya xwe bikar aniye. -
Li Amedê 4 kes hatin binçavkirin
Li Amedê, endamê Desteya Rêveber a Cemiyeta Rojnamevanên Azad Ozan Kilinç jî di nav de 4 kes hatin binçavkirin. -
Nobeda Ocalan ji aliyê koma ji Marsîlyayê ve tê meşandin
Nobeda ji Ocalan re Azadî yal i ber Konseya Ewropayê (KE) bi coş û moraleke mezin dewam dike. Çalakiya herî demdirêj a Kurdan vê hefteyê ji aliyê koma ji 4 kesan a ji bajarê Fransa Marsîlyayê ve tê meşandin. -
Şervanê YPG'ê Kaya jiyana xwe ji dest da
Şervanê YPG'ê Mahmût Kaya (Erdal Zagros) ê di şerê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de birîndar bû û anîn Pirsûsê, tevî hemû hewldanan jî nehat rizgarkirin. -
"Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd azadiya Rêber Apo ferz e"
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Bayik got, "Hilbijartinên 7'ê Hezîranê nîşan dan ka hêza bîrdozî, siyasî û pêşdîtina Rêber Apo çiqasî misoger e" û diyar kir eger tê xwestin pirsgirêka Kurd were çareserkirin divê Rêberê Gelê Kurd Ocalan azad bibe. -
Şervanê YPG'ê Kaplan ji aliyê bi hezaran kesî ve hat oxirkirin
Şervanê YPG'ê Veysî Kaplan (Andok Dara) bi merasîmeke ku bi hezaran Kurdistanî lê amade bû, hat veşartin. -
Alîkariyên ji bo Kobanê tên astengkirin
Piştî serketina berxwedana li ser navê mirovahiyê li Kobanê hat meşandin, vegera li bajêr dewam dike. Lê belê alîkariya tê şandin ji aliyê hikûmeta AKP'ê ve tê astengkirin. Ev astengî bandoreke neyînî li jiyana rojane ya sivîlan dike. -
Serketina HDP'ê li Munchenê hat pîrozkirin
Serketina HDP'ê li bajarê Elmanya Munchenê hat pîrozkirin.