Cenazeyên 3 şervanên YPG/YPJ’ê derbasî Bakurê Kurdistanê kirin

Cenazeyê 2 şervanên YPJ’ê û cenazeyê şervanê YPG’ê yên di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest dabûn derbasî Bakurê Kurdistanê hatin kirin.

Cenazeyê 2 şervanên YPJ’ê û cenazeyê şervanê YPG’ê yên di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest dabûn derbasî Bakurê Kurdistanê hatin kirin.

Şervana YPJ’ê Benazir Sonmez (Rûken Sîno) a 6’ê Hezîranê di berxwedana başûrrojhilatê Kobanê de jiyana xwe ji dest daye û şervanê YPJ’ê Narîn Şaki (Rûken Sipêrte) a 7`ê Hezîranê li başûrrojhilatê Kobanê jiyana xwe ji dest dabû û şervanê YPG’ê Turgut Çîftçî (Çekdar Şervan) ê 6`ê Hezîranê di berxwedana başûrrojhilatê Kobanê de jiyana xwe ji dest da di Deriyê Sînor ê Kobanê re derbasî Bakurê Kurdistanê hatin kirin.

Cenazeyên her sê têkoşeran endamên Saziya Malbatên Şehîdan û sedan welatiyên Kobanê birin Deriyê Sînor ê Kobanê re derbasî Bakurê Kurdistanê kirin. Cenaze ji aliyê malbatan û MEYA DER ve hatin wergirtin.