YPG’ê nasnameya 3 şervanan aşkera kir
Navenda Çapemenî û Ragihandina YPG’ê nasnameya 3 şervanên YPG’ê yên di berxwedana kantona Cizîrê de jiyana xwe ji dest dane aşkera kir.
Navenda Çapemenî û Ragihandina YPG’ê nasnameya 3 şervanên YPG’ê yên di berxwedana kantona Cizîrê de jiyana xwe ji dest dane aşkera kir.

Navenda Çapemenî û Ragihandina YPG’ê nasnameya 3 şervanên YPG’ê yên di berxwedana kantona Cizîrê de jiyana xwe ji dest dane aşkera kir.
Têkildarî mijarê navenda Çapemenî û Ragihandina YPG’ê daxuyaniyek nivîskî weşand. Daxuyaniya ku li ser malpera fermî ya YPG’ê hate weşandin wiha ye: “
Operasyona bi rûmet a bi navê Şehîd Rûbar destpê kiriye serketinên pir mezin bi xwe re anîn, bi saya wê berxwedanê me dikarîbû herêma Cizîrê bi tevahî ji DAIŞ rizgar bikin û berê xwe bidin bajarokê Silûk û Girê Spî da ku em karibin gelê xwe ji hovîtiye herî mezin xilas bikin . Roj bi roj em wek Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ji bu parastina nirxên mirovatiyê em berdêlên pir giran ji felsefeya me ye bi rûmet didin, her kêlî şervanên me bi wî ruhê fedayitî ber bi serketinê diçin û bi wê xwîna xwe dîrokê nûjen dikin.
Îro jî em sê hevalên xwe giranbuha oxir dikin her sê hevalên me yên qehreman bi vî ruhê xwe yê fedayîtî dikarîbûn xwe bikin mertal û bendekî xurt li beranberî dijmin û bi dilşadiyek mezin her li eniyên pêş bûn bi roj û şev ji bo serketina operasyona me mîna teyrê baz her tim hişyar bûn.
Di dawiyê de ji bo hemû têkoşerên azadiyê yên canê xwe ji bo vîna gel feda kirine em dilsoziya xwe bi wan re nû dikin û soza me serketina çalakiyên me ne, ji bo hemû malbatên sersaxiyê dixwazin.”
Nasnameyên şervanên YPG’ê wiha ye:
Nasnav: Egîd Amed
Nav: Vedat Atmaca
Navê dayikê: Nefîsa
Navê bav: Îhsan
Cihê jidayikbûnê: Amed
Cih û dîroka şehadetê: 29-9-2014 Hesekê
Nasnav: Ferhad Egîd
Nav: Osman Rehrewşen
Navê dayikê: Cîhan
Navê bav: Elî
Cihê jidayikbûnê: Merîvan
Cih û dîroka şehadetê: 2-6-2015 bajarokê Silûk -gundê Bedîa
Nasnav: Lewend Efrîn
Nav: Fîras Mihemed
Navê dayikê: Zekiya
Navê bav: Reşîd
Cihê jidayikbûnê: Efrîn
Cih û dîroka şehadetê: 4-6-2015 Serêkaniyê – gundê Bedîh