Malbatên Roboskî serketina HDP’ê ji bo darizandina kujeran hêvî ye

Malbatên Roboskî çalakiya xwe ya lêgerîna dadê ya hefteya 180’an li dar xistin û gotin serketina HDP’ê ya 7 Hezîranê wê kujerên Komkujiya Roboskî bidarizîne.

Malbatên Roboskî çalakiya xwe ya lêgerîna dadê ya hefteya 180’an li dar xistin û gotin serketina HDP’ê ya 7 Hezîranê wê kujerên komkujiya Roboskî bidarizîne.

Malbatên Roboskî çalakiya xwe ya hefteya 180'an a lêgerîna dadê li goristanê li dar xistin. Li ser navê malbatên Roboskî Vahît Encu daxuyanî xwend û diyar kir ku bi hilbijartinan re malbatên Roboskî yekemîn car e bi aramî hatin cem zarokên xwe.

Encû bilêv kir ku li ser Komkujiiya Roboskî re 180 hefte derbas bûn û cara yekemîn malbatên Roboskî bi aramî tên ser gorên zarokên xwe û wiha got: “Sedema aramîbûna malbatan ‘Mirovatiya mezin’ bend derbaskirina HDP’ê ye.

Ji malbatên Roboskî Ferhat Encu li Şirnexê weke parlamenterê HDP'ê hate hilbijartin û li meclîsê ji bo kiryarên komkujiyên ên diyar derbixe holê wê têkoşînê bidomîne. Ronîkirina komkujiya Roboskî, wê rêya ronîkirina hemû komkujiyan veke."

'EM DIXWAZIN ERDOGAN LI DÎWANA BILIND BÊ DARIZANDIN'

Encu anî ziman ku serketina HDP'ê ya 7'ê Hezîranê hêviya kiryarên komkujiya Roboskî bên darizandin zindî kir û wiha got: "Hêviya me malbatên Roboskî ev e ku Erdogan weke kiryarê komkujiyê, kiryarên komkujiya Roboskî parastin û ji dadê revandin li dîwana bilind bê darizandin."