Nobeda Ocalan ji aliyê koma ji Marsîlyayê ve tê meşandin
Nobeda ji Ocalan re Azadî yal i ber Konseya Ewropayê (KE) bi coş û moraleke mezin dewam dike. Çalakiya herî demdirêj a Kurdan vê hefteyê ji aliyê koma ji 4 kesan a ji bajarê Fransa Marsîlyayê ve tê meşandin.
ANF
STRASOBÛRG
pêncşem, 11 pûşperê 2015, 11:21
Nobeda ji Ocalan re Azadî yal i ber Konseya Ewropayê (KE) bi coş û moraleke mezin dewam dike. Çalakiya herî demdirêj a Kurdan vê hefteyê ji aliyê koma ji 4 kesan a ji bajarê Fransa Marsîlyayê ve tê meşandin.
Nobeda 'Ji Ocalan re Azadî' ya di 25'ê Hezîrana 2012'an de li ber Konseya Ewropa ya li bajarê Fransa Strasboûrgê destpê kir, di hefteya 155. de ye. Koma ji Îngilîstanê, nobeda vê hefteyê radestî Kurdistaniyên ji bajarê Fransa Marsîlyayê Azad, Mûhîttîn, Şevket û Baran kir.
Kurdistaniyên ku li ser navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd tevlî çalakiyê bûn, ji roja Yekşemê û vir ve li ber avahiya Konseya Ewropayê belavokên li ser armanca çalakiyê û biyografiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan belav dikin. Çalakger her wiha bi sohbeta bi mirovên li derdorê re balê dikşînin ser armanca çalakiya xwe.
SERKETINA HDP'Ê MORAL ZÊDE KIR
Di daxuyaniya li ser navê koma çalakger de hat gotin, "Ji ber ku roja destpêkirina nobedê li hilbijartinên giştî yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê rast hat, ji bo me rojeke girîng û watedar bû. Bê guman serketina HDP'ê ya bi rêjeya ji sedî 13'an a di hilbijartinê de, moralê me gelekî zêde kir."
Çalakgeran dan xuyakirin ku nobeda ketiye hefteya 155. çalakiyeke dîrokî ye û gotin, "Di vê demê de têkoşîna demokrasî û azadiyê ya li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê û Şoreşa Rojava gihaştine qonaxeke girîng. Ev pêşketin hemû, projeya jiyana hevpar a Reber Apo ji bo azadiya gelan derxistiye holê ne. Ji ber vê yekê azadiya Rêber Apo azadiya gelê Kurd û tevahiya gelên Rojhilata Navîn e."
Hêjayî gotinê ye, çalakiya Nobeda ji Ocalan re Azadî ku bi qasî 3 sal in dewam dike, heta niha ji aliyê bi sedan kesî ve hatiye girtin.