Saziyên Kurd ên li Ermenîstanê serketina HDP'ê pîroz kirin

Saziyên Kurd ên li Ermenîstanê li paytext Erîvanê daxuyaniyek dan çapemeniyê û serketina HDP'ê pîroz kirin.

Serketina HDP'ê ya di hilbijartinên giştî yên 7'ê Hezîranê de, di nava tevahiya Kurdên li çar aliyên cîhanê de rê li ber kêfxweşiyeke mezin vekir. Saziyên Kurd ên li Ermenîstanê li paytext Erîvanê daxuyaniyek dan çapemeniyê û serketina HDP'ê pîroz kirin.

Bi pêşengiya Şêwra Yekîtiya Kurdên Ermenîstanê û Kurdistan Komîteyê, rewşenbîr, hunermend û nûnerên saziyên Kurd ên li Ermenîstanê, li avahiya saziya nivîskarên Ermenîstanê civîneke çapemeniyê lidar xistin. Di destpêka civînê de Serokê Şêwra Yekîtiya Kurdên Ermenîstanê Kinyasê Hemîd û Seroka Kurdistan Komîte Jînya Qadir axivîn. 

Kinyasê Hemîd serketina HDP'ê silav kir û li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, rêveberiya HDP'ê û tevahiya gelê Kurd pîroz kir û got, "Ev serketin serketina tevahiya gelê Kurd û hemû gelan e."

Jînya Qadir jî bi taybetî jinên di nava HDP'ê de ji bo parlamenteriyê hatine hilbijartin silav kir û bal kişand ser girîngiya parlamenterên Ermenî, Asûrî-Suryanî û Êzidî yên ji nava refên HDP'ê hatine hilbijartin.

Civîn bi qîrîna dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî HDP" û "Bijî gelê Kurd" bi dawî bû.

...