Cenazeyê Şervanê YPG'ê Mahmut Kaya (Erdal Zagros) ê di operasyonên li rojhilatê Kobanê de birîndar bû û anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê û jiyana xwe ji dest da li navçeya Ceyhanê ya Edeneyê hate definkirin.
Şervanê YPG'ê Mahmut Kaya (Erdal Zagros) ê di oprasyonên li rojhilatê Kobanê yên li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de birîndar bû duh anîbûn Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê û li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Kaya piştî karên otopsiyê yên li Saziya Tipa Edlî ya Rihayê ji aliyê malbatê ve hate wergirtin û ber bi navçeya Ceyhanê ya Edeneyê ve derxistin rê. Konvoya cenaze li gelek nuqteyan ji aliyê welatiyan ve hate pêşwazîkirin. Cenazeyê Kaya birin Taxa Altiocak a Ceyhanê. Piştî heleliya li malê cenazeyê Kaya ber bi Goristana Ceyhanê ve birin. Di ketina goristanê de cenazeyê Kaya ji aliyê welatiyan ve ji wesayîtê anîn xwarê û birin goristanê. Di meşê de dirûşmên, "Şehîd Namirin", "Bijî Serok Apo" û "Qatil DAIŞ hevkar AKP" hatin berzkirin.
Piştî karên definkirinê Hevserokê Rêxistina HDP'ê yê Edene Huseyîn Yildiz axivî û diyar kir ku wê têkoşîna kesên ji bo azadiya gelê Kurd jiyana xwe ji dest dan bidomînin û wiha got: "Êdî bila ti kes nemirin û ti dayik negirîn. Serê gelê Kurd sax be. Em şehîdên xwe ji bîr nakin û em ê têkoşîna wan bilind bikin."
Dayika Şervanê YPG'ê Kaya Sînem Kaya jî wiha got: "Serê gelê Kurd sax be. Serê Rêberê Apo û gelê Kurd sax be."
Ji bo Kaya li Taxa Altiocakê konê sersaxiyê hat vedan û girse derbas wir bû.