'Dema dîtin nikarin Kurdan provoke bikin, Baran kuştin'

Parlamentera HDP'ê ya Agirî Taşdemîr diyar kir ku feraseta AKP'ê ya ji bo çareserkirina pirsgirêkên li welêt nîne û destnîşan kir ku AKP ev pêvajo ji bo xurtkirina xwe û mayîndekirina desthilatdariya xwe bikar aniye.

Parlamentera HDP'ê ya Agirî Taşdemîr diyar kir ku feraseta AKP'ê ya ji bo çareserkirina pirsgirêkên li welêt nîne û destnîşan kir ku AKP ev pêvajo ji bo xurtkirina xwe û mayîndekirina desthilatdariya xwe bikar aniye. Taşdemîr got, "Bi dîtina me kesên Serokê Îhya-Derê Aytaç Baran kuştin û yên li Amedê bombe teqandin, heman hêz in."

Parlamenter HDP'ê ya Agiriyê Dîrayet Dîlan Taşdemîr, der barê provokasyonên dawî yên li Bakurê Kurdistanê û daxuyaniya Yalçin Akdogan a digot, "HDP ancax karibe senaryoya pêvajoya çareseriyê bikişîne" ji ANF'ê re nirxand...

'PIRSGIRÊKAN ÇARESER NAKIN, BIKAR TÎNIN'

Taşdemîr bibîr xist ku AKP'ê banga "Werin bi rêyên demokratîk siyasetê bikin, em pirsgirêka Kurd li Meclîsê nîqaş bikin, bi hev re çareser bikin" li HDP'ê dikir û got, "Derbasbûna HDP'ê ji bendê, cih girtina li meclîsê û daxwaza ji bo çareseriyê bi rêyên demokratîk, çima van ewqasî aciz dike? Bê guman HDP aliyeke. Wê wezîfeya dikeve ser milê xwe bicih bîne. Û wê vê jî bi gelê Tirkiyeyê re bike. Lê belê bi hezaran pirsgirêk hene ku divê werin nîqaşkirin. Beriya her tiştî pêwîstî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye. Pêwîstî bi bicihanîna daxwazên Kurdan ên ji bo mafên demokratîk heye. Lê em dibînin ku ti feraseteke vê zîhniyetê ya ji bo çareserkirina pirsgirêkan nîne, ev pêvajoyê ji bo xurtkirina xwe û mayîndekirina desthilatdariya xwe bikar aniye."

"PIŞTÎ KU KURD NEKETIN XEFIKÊ, NIHA JÎ BERÊ XWE DAN HUDA-PAR'Ê"

Taşdemîr anî ziman ku provokasyonên li Bakurê Kurdistanê hatine kirin ji polîtîkayên li Rojhilata Navîn cihê nînin û ev nirxandin kir:

"Bi Şoreşa Kobanê re pêvajoyekê rû da. Bi taybetî, di dema hilbijartin nêzîk bûn de li Giyadînê hewldana provokasyonê derket holê. Leşker ji bo bimirin terikandin û xwestin bi afirandina provokasyoneke mezin re HDP'ê di binê bendê de bihêlin. Lê belê Kurdan helwesteke gelekî rêxistinbûyî nîşan dan û ev lîstik pûç kirin. Bi taybetî gerîlayan, ji bo pêvajo zerarê nebîne berdêl dan û provokasyona li Giyadînê pûç kirin. Li Erzîromê jî bûyerên mîna vê qewimîn. Li Çewlikê qewimîn. Dûre li qada mîtîngê ya Amedê bombe hat teqandin û hat xwestin ku komkujiyeke mezin pêk were. Bi sedan mirovên me birîndar bûn, 4 hevalên me jiyaan xwe ji dest dan. Bi van planan re xwestin pêvajoyê pûç bikin, kaosê derxînin, hilbijartinan bêbandor bikin, Kurdan di nava hevsengiya Rojhilata Navîn de qels bikin û aliyê dijber jî xurt bikin. Lê belê haya gelê Kurd ji vê hebû û gelê me û partiya me bi sekna xwe ya rêxistinbûyî, neketin nava vê xefikê. Hêrs û nerazîbûna xwe bi şêweyekî rêxistinbûyî bi rêyên demokratîk nîşan dan. Zîhniyeta ku fêm kir ev gel provoke nabe, vê carê aliyê dijber provoke kir û Serokê Îhya-Der'ê qetil kir. Ev provokasyoneke. Dema dîtin ku Kurd wê neherikin kolanan, berê xwe dan HUDA-PAR'ê û ew xistin dewrê. Bi dîtina me kesên Serokê Îhya-Derê Aytaç Baran kuştin û yên li Amedê bombe teqandin, heman hêz in. Em hêvîdar in ku ev lîstika qirêj wê di demeke nêz de deşîfre bibe."