Demîrtaş: Bila heyeta me biçe Îmraliyê, hevdîtin ji nû ve destpê bikin

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Demîrtaş da xuyakirin ku ew xwe ji bo mûxalefeteke xurt amade dikin û ji bo pêvajoya çareseriyê jî destnîşan kir ku divê heyet tavilê biçin Îmraliyê û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinan bikin.

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Demîrtaş da xuyakirin ku ew xwe ji bo mûxalefeteke xurt amade dikin û ji bo pêvajoya çareseriyê jî destnîşan kir ku divê heyet tavilê biçin Îmraliyê û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinan bikin.

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş beriya ku bikeve civîna bi namzetên partiya xwe ya li ÎMO’yê pêk tê pirsên rajnamgeran bersivand. 

Demîrtaş da xuyakirin ku haya wan ji berpirsyariya hilbijêran û gel bi hilbijartinê re daniye ser milê wan heye û ew jî bi vê hestiyariyê civîn û nîqaşên xwe dewam dikin. Demîrtaş got, "Ev ne ji ber dijberiya me ya Erdogan û AKP’ê ye. Dijberiya me ya şexsî li dijî Erdogan tineye. Tenê em nêzîkatiyên wî yên binpêkirina destûra bingehîn rexne dikin. Heta ku vê dewam dike jî em ê rexneyên xwe dewam bikin. Ji bo avakirina hikûmetê, em ê piştgiriyê bidin hewldanên ji bo aştiyê û mafên mirovan."

Demîrtaş têkîldarî hevdîtina di navbera Baykal û Erdogan de jî got, "Serokomar dikare di çarçoveya payeya xwe de hevdîtinan pêk bîne, divê van nîqaşan malî parlamentê bikin." 

Demîrtaş ji bo nîqaşên li ser koalîsyonê jî îfadeyên "Em ji bo muxalefeteke xurt amade ne. Kadroyên mu ji bo rêveberina Tirkiyeyê amade ne, lê tablo ji bo vê yekê destûrê nade" bi kar anî.

Demîrtaş diyar kir ku ew nêzîkatiyên MHP’ê ku heqaretê li HDP’ê dike qebûl nakin û destnîşan kir ku yên ku qala îdareya neteweyî dikin divê li hemberî îdareya gel rêzdar bin.

Demîrtaş têkîldarî pêvajoya çareseriyê jî nirxandina "Ji bo çûyîna Girava Îmraliyê hevalên me wê serlêdanê bikin. Divê hevalên me bi lez biçin Îmraliyê û pêvajo jinûve bidome" kir.

Demîrtaş ji bo nirxandinên Serokwezîr Ahmet Davutoglû yê têkîldarî pêvajoya çareseriyê wiha axivî: "Berpirsyariyên me hene em di ferqa vê yekê de ne ev yek alî nînin. Hikûmet gelo di ferqa berpirsyariya xwe de ye? Beriya hilbijartinê gotinên 'li holê mase tineye, mutabaqata ji 10 madeyan pêk tê nas nakim, pirsgirêka kurd tineye’ ma we bi kar neanî? Ji bo ku pêvajoya çareseriyê careke din bidome, divê ji van gotinan vegerin."

Demîrtaş têkîldarî dawîanîna li têkoşîna çekdarî ya PKK’ê de jî destnîşan kir muxatab ne ew in, banga dawîanîna li têkoşîna çekdarî ya li hemberî dewleta Tirkiyeyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dikare bike û got, "Eger vê yekê pir dixwazin destûrê bidin bila heyeta me biçe Girava Îmraliyê. Pêvajo ji nû ve li cihê ku maye bidome" kir.