Bi hezaran kesan Elverdî yê YPG’î oxir kirin
Cenazeyê Şervanê YPG'ê Veysel Elverdî (Diyar Pîran) ê li Hesekê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da li Amedê bi tevlîbûna hezaran kesan hate definkirin.

Cenazeyê Şervanê YPG'ê Veysel Elverdî (Diyar Pîran) ê li Hesekê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da piştî karên otopsiyê yên li Silopiyayê anîn Amedê. Cenazeyê Elverdî li Goristana Yenîkoyê bi tevlîbûna Parlementera HDP'ê Nursel Aydogan, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli û bi hezaran kesan hate definkirin. Cenazeyê Elverdî ji mizgefta goristanê hate wergirtin û bi dirûşmên, "Qatil DAIŞ hevkar AKP" û "Şehîd namirin" birin goristanê û bi çepikan hate definkirin.
Piştî karên definkirinê Hevserokê MEYA-DER'ê yê Amedê Mehmet Yaşar axivî û sersaxî ji malbatê re xwest û wiha got: "Şehîd Diyar Pîran û hevalên wî ji ber ku jiyaneke bê ziman, çand û dîrok qebûl nekirin canê xwe feda kirin. Em wan ti caran ji bîr nakin."
Hevserokê Rêxistina DBP'ê ya Amedê Alî Şîmşek jî diyar kir a dikeve ser milê wan e e ku têkoşîna kesên jiyana xwe ji dest dan bi serketinê tacîdar bikin.
Piştî karên definkirinê welatî derbasî Mala Şînê ya Temîran bûn.