KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
AKP’yiyan êrîşî xebatkarê çapemeniya azad kir
Xebatkarê Rojnameya Ozgur Gundem û Azadiya Welat Necmettîn Aydin ê 45 salî dema li navçeya Xoristanê rojname belav dikir, ji aliyê xizmên Şaredarê AKP’î yê Xoristanê ve rastî lêdanê hat. -
Şervanê YPG’ê Lazgîn Xabûr spartin axê
Şervanê YPG’ê Muhammed Îsa Şêxo yê bi nasnav Lazgîn Xabûr ê li Çiyayê Kizwan di êrîşa çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da bi merasîmeke girseyî hat defnkirin. -
Wekîlên HDP’ê çûn taziyeya kesên di êrîşa Amedê jiyana xwe ji dest dan
Deh parlamenterên HDP’ê yên li Amedê hatin hilbijartin taziyeya kesên di êrîşa li hember mîtînga Amedê de jiyana xwe ji dest dan ziyaret kirin. -
Hêzên YPG/YPJ’ê gundê Xefşa rizgar kirin
Şervanên YPG’ê gundê Xefşa ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin. -
Civan Arslan ê di êrîşa Amedê de birîndar bû jiyana xwe ji dest da
Civan Arslan (21) ê di êrîşa li hember mîtînga Amedê de birîndar bibû, li Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Dîcle ku tedawî didît jiyana xwe ji dest da. -
Kesên di êrîşa Amedê de jiyana xwe ji dest dan hatin bîranîn
HDP'ê encam û serketina hilbijartinê, diyarî kesên ku di mîtînga HDP'ê ya Amedê de ji aliyê destên tarî ve hatin qetilkirin, kir. -
YPG / YPJ’ê gundê Zîlan azad kirin, ber bi bajaroka Silûk ve diçin
Şervanên YPG’ê gundê Zîlan ê 8 kîlometre nêzî bajarokê Silûk ji çeteyan paqij kirin. -
Leşkerên Tirk li sînorê Rojava welatiyek qetil kirin
Li sînorê navçeya Akçakale ya Rihayê û Rojava welatiyê bi navê Maksut Dogancioglu yê hate îdîakirin bazirganiya sînor dike ji aliyê leşkeran ve hate qetilkirin. -
YPG’ê nasnameya 3 şervanan aşkera kir
Navenda Çapemeniya YPG’ê nasnameya 3 şervanên YPG’ê yên di berxwedana rojavayê kantona Cezîrê jiyana xwe ji dest dan aşkera kir. -
Baroya Amedê têkildarî êrîşa li hember mîtîngê serî li dozgeriyê da
Baroya Amedê, têkildarî êrîşa bombeyî û hewldana komkujiyê ya 5’ê Hezîrana 2015’an a li Qada Îstasyonê li hember mîtînga HDP’ê li Serdozgeriya Komarê gilî kir. -
Pîrozbahiyên li Ewropayê dewam dikin
Serketina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya di hilgirtinên giştî de bi dest xist, li gelek navendên Ewropayê tê pîrozkirin. -
KNK: Di hilbijartinan de demokrasî bi ser ket
KNK'ê bi daxuyaniyekê serketina HDP'ê ya di hilbijartinên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê de pîroz kir û destnîşan kir ku di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de demokrasî û gelên Kurdistan û Tirkiyeyê bi ser ketine. -
Li qadên gerîla tevgera hewayî
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku li ser herêmên Avaşîn û Zapê pêgerên hewayî yên bê mirov keşif kirine, li Hezro, Farqîn, Çewlik, Mûş-Gimgim, Agirî-Erzîrom-Qersê keşif hatine kirin. -
Li Kobanê û Cizîrê 24 çete hatin kuştin
Di operasyon û pevçûnên li Kantonên Kobanê û Cizîrê de 24 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin. -
Li Botanê pîrozbahiya bi coş
Serketina HDP'ê li Botanê bi coşeke mezin tê pîrozkirin. -
Li Başûrê Kurdistanê xeta înternetê qut bû
Li Başûrê Kurdistanê xeta înternetê qut bû. Kargehên tora înternetê ya di ser Tirkiyeyê re dibin başûr, dan xuyakirin ku pirsgirêk ji aliyê Tirkiyeyê ve ye. -
Li Lînzê 2. kongreya NCDK lidar ket
Li Lînzê 2. kongreya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) lidar ket. Piştî kongreyê serketina HDP'ê ya di hilbijartinê de hat pîrozkirin. -
Rêveberiya Kantona Efrînê HDP pîroz kir
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Efrînê bi daxuyaniyekê serketina HDP’ê ya di hilbijartinên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê de pîroz kir. -
YPJ: Em serketina HDP’ê pîroz û silav dikin
Fermandariya YPJ’ê ya Kobanê bi daxuyaniyekê serketina HDP’ê ya di hilbijartinên Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê de pîroz kir. -
Osman: Serketina HDP'ê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd firsend e
Siyasetmedarê ji Başûrê Kurdistanê Mahmûd Osman got, "Serketina HDP'ê serketina hevpar a gelên bindest ên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ye. Encamên hilbijartinê ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd firsendeke mezin e." -
Li Silêmaniyeyê dîmenên pîrozbahiyê
Li Başûrê Kurdistanê bajarê Silêmaniyeyê, Kurdistaniyan serketina HDP'ê pîroz kirin. -
Gundê Alya hate rizgarkirin
Gundê Alya yê li rojavayê bajaroka Mebrûka ji çeteyan hate paqijkirin. -
Ji Bakuyê ber bi çiyayên Kurdistanê ve
Sê gerîlayên Azerî yên tevlî refên PKK'ê bûn gotin, "Li nava refên PKK'ê em têkoşîneke însanî dimeşînin. Pêwîste di nava têkoşîneke bi vî rengî de her kes cih bigirin." -
Meclîsa Avakar a Êzidiyên Şengalê: Serketina HDP'ê li gelan pîroz be
Meclîsa Avakar a Êzidiyên Şengalê serketina HDP'ê pîroz kir û got, "Bi serketina berxwedana Şengalê re wê serketina gelan mayînde bibe." -
Li Kelarê serketina HDP'ê hat pîrozkirin
Li Başûrê Kurdistanê bajarê Kelarê, Kurdistaniyên herikîn kolanan serketina HDP'ê pîroz kirin.