Li qadên gerîla tevgera hewayî
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku li ser herêmên Avaşîn û Zapê pêgerên hewayî yên bê mirov keşif kirine, li Hezro, Farqîn, Çewlik, Mûş-Gimgim, Agirî-Erzîrom-Qersê keşif hatine kirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku li ser herêmên Avaşîn û Zapê pêgerên hewayî yên bê mirov keşif kirine, li Hezro, Farqîn, Çewlik, Mûş-Gimgim, Agirî-Erzîrom-Qersê keşif hatine kirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê der barê tevgera leşkerî ya artêşa Tirk a li Herêmên Parastinê yên Medyayê daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku li herêmên Avaşîn û Zapê pêgerên hewayî yên bê mirov keşif kirine, li Hezro, Farqîn, Çewlik, Mûş-Gimgim, Agirî-Erzîrom-Qersê keşif hatine kirin.
Di daxuyaniya nivîskî de li ser tevgera leşkerî ya artêşa Tirk ev agahî bi raya giştî re hat parvekirin.
"Ji saet 12:30 ê 6'ê Hezîranê heta saet 04:00 ê 7'ê Hezîranê û ji saet 08:00 ê 7'ê Hezîranê heta saet 12:00 ê 8'ê Hezîranê, artêşa Tirk bi pêgerên hewayî yên bê mirov re li herêma Avaşînê keşif kiriye.
Her wiha di 5'ê Hezîranê saet di 21:30 de Qereqola Oremarê ya li navçeya Colemêrg Geverê qada Şehîd Bager a herêma Avaşînê bi obus û hawanan bombebaran kiriye.
Di şeva 6'ê Hezîranê de li qadên Girê Colemêrgê, Şehîd Rustem, Çiyayê Reş, Ava Zê, Cîloyê Biçûk, Garêya Mezin, Geliyê Zapê yên herêma Zapê, ji saet 21:00 ê 7'ê Hezîranê heta saet 04:00 ê 8'ê Hezîranê li herêma Heftanînê, heman rojê saet di navbera 04:00 - 00:00 de li qada Şikefta Birîndaran û Çiyayê Reş ên herêma Zapê, di 8'ê Hezîranê saet di navbera 06:00 - 12:00 de li qada Cîloyê Biçûk, artêşa Tirk bi pêgerên hewayî yên bê mirov re keşif kiriye. Di 7'ê Hezîranê saet di saet di navbera 05:30 - 06:30 de li qada Çiyayê Reş balafirên şer tevgeriya ye.
Di 6'ê Hezîranê saet di 11:30 de li qada gundên Helhelo û Dadaş ên navçeya Amed Hezroyê, komeke kontra hewl daye bikeve qada gerîla. Li ser vê yekê hêzên me yên gerîla di cih de gule berdane vê yekîneya kontra.
Di 3-4 rojên dawî de cerdevanên gundên Bakuzî, Şêrbazê û Tevezê yên navçeya Farqînê, li derdora bendava Farqînê û Girê Eylulê kemînan datînin.
Di 7'ê Hezîranê saet di navbera 03:30 - 06:00 û ji saet 13:00 heta saet 05:00 ê 8'ê Hezîranê li derdora Çewlikê, di 7'ê Hezîranê saet di navbera 07:00 - 09:30 de li gundê Karer û derdora wê yê navçeya Azarpêrtê, heman rojê saet di navbera 09:30 - 14:00 û 16:00 - 18:00 de li ser qada Kizilagaç a Çewlikê pêgerên hewayî yên bê mirov ên artêşa T.C a dagirker keşif kirine.
Ji saet 19:00 ê 6'ê Hezîranê heta saet 04:00 ê 7'ê Hezîranê li derdora gundê Tatan ê navçeya Mûş Gimgimê, artêşa T.C a dagirker kemîn daniye, li ser rê kontrola nasnameyan kiriye. Her wiha artêşa Tirk hejmareke zêde maşînên zirxî veguhastiye herêmê. Wekî din di 7'ê Hezîranê saet di navbera 10:00 - 19:00 de li ser gundên Kolan, Baska, Badina û Mîra yên Gimgimê, bi pêgerên hewayî yên bê mirov re keşif hatiye kirin.
Di 6'ê Hezîranê saet di navbera 09:00 - 15:30 de li sêgoşeya Qers-Agirî û Erzîromê, li ser qada Çemçê tevgereke zêde ya helîkopterên Kobra û Skorsky rû daye.
Di 7'ê Hezîranê saet di navbera 11:00 - 12:00 û 19:00 - 21:00 de li qada Guneyî ya Mûşê pêgerên hewayî yên bê mirov ên artêşa T.C a dagirker keşif kirine.
Di 7'ê Hezîranê sae di navbera 04:00 - 07:00 de li qada di navbera navçeyên Agirî Zêdkan û Tûtaxê bi pêgerên hewayî yên bê mirov re artêşa T.C a dagirker keşif kiriye. Her wiha li qada Eleganê ya Dambatê komeke karê kontra dikir, li herêmê keşif kiriye."