YPJ: Em serketina HDP’ê pîroz û silav dikin

Fermandariya YPJ’ê ya Kobanê bi daxuyaniyekê serketina HDP’ê ya di hilbijartinên Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê de pîroz kir.

Fermandariya YPJ’ê ya Kobanê bi daxuyaniyekê serketina HDP’ê ya di hilbijartinên Bakûrê Kurdistan û Tirkiyeyê de pîroz kir.

Fermandariya YPJ’ê ya Kobanê bi peyamekê serketina HDP’ê pîroz kir.

Peyama YPJ’ê wiha ye: “Ji warê Rêvanan, Stêrkan, Zehrayan, Êrîşan, Gelhatan û Arînan em ji Kobanê serketina HDP’ê pîroz dikin. Ev serketin ji bo tevahî gelên Rojhilata Navîn û gelên bindest serketinekî mezin e. Serketina HDP’ê di encama xebatên jinê de bi dest ketiye. Em vê serketinê ji dil û can li Rêber Apo, jinên Rojhilata Navîn û tevahî mirovahiyê pîroz dikin.”