Pîrozbahiyên li Ewropayê dewam dikin

Serketina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya di hilgirtinên giştî de bi dest xist, li gelek navendên Ewropayê tê pîrozkirin.

Serketina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya di hilgirtinên giştî de bi dest xist, li gelek navendên Ewropayê tê pîrozkirin.

MONTPELLÎER: Li bajarê Fransa Montpellîerê, serketina HDP'ê ya di hilbijartinan de ji aliyê Kurdistaniyan ve bi coşeke mezin hat pîrozkirin. Girseya gel bi konvoyeke ji sedan wesayîtî li nava bajêr geriya û dûre bi gerandina govendê serketina HDP'ê pîroz kirin.

NANTES: Kurdistaniyên li bajarê Fransa Nantesê dijîn, encamên hilbijartinê li Navenda Civaka Kurd a Engîn Sîncer şopand. Piştî ku zelal bû HDP bend derbas kiriye, hejmara girseya gel a li vir zêde bû û Kurdistanî ji vê derê li wesayîtan siwar bûn û li nava bajêr geriyan. Pîrozbahî li avahiya komeleyê dewam dike.

TORONTO: Li bajarê Kanada Torontoyê, Kurdistanî û dostên wan encamên hilbijartinê li avahiya komeleyê şopandin. Piştî encam aşkera bûn Kurdistaniyan govend gerandin û dest bi pîrozbahiyê kirin. Ji ber ku HDP li Kanadayê bû partiya yekemîn, pîrozbahiyên li vir zêdetir bûn û heta derengiya şevê dewam kirin.

AMSTERDAM: Li paytexta Hollanda Danîmarkayê encamên hilbijartinê li avahiyên NCDK, HTIB û DÎDF ve hat şopandin. Bi aşkerabûna encaman re girseya gel li ber Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) govend gerand. Yilmaz Çoban ê li vir axivî diyar kir ku encamên hilbijartinê destpêkeke, ew ê serketinên nû bi dest bixin. Girseya gel bi banga tevlîbûna li Festîvala Zîlan, belav bû.

KÎEL: Li semta Gaarden a bajarê Elmanya Kîelê, Kurdistanî bi konvoya ji sedan wesayîtî li nava bajêr geriyan. Li semta Mettenhofê ku hejmareke zêde ya Kurd lê dijîn, govend hat gerandin û serketina HDP'ê hat pîrozkirin.

MELBOÛRNE: Kurdistaniyên li bajarê Awûstûralya Melboûrneyê dijîn, serketina HDP'ê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd pîroz kirin. Bi sedan Kurdistanî danê sibehê hatin navendê û heta derengiya şevê pîrozbahiya xwe dewam kirin.

KOPENHAGEN: Li paytexta Danîmarka Kopenhagenê, serketina HDP'ê heta derengiya şevê dewam kir. Bi sedan Kurdistanî û Tirkiyeyê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Danîmarkayê civiyan û serketina HDP'ê li vir pîroz kirin.

DÎDF: DIVÊ HEWLDANÊN ME DEWAM BIKIN

Desteya Rêveberiya DÎDF'ê jî bi daxuyaniyeke nivîskî serketina HDP'ê pîroz kir. Di daxuyaniyê de ht gotin, "Di serî de rêveberiya HDP'ê, em spasiyên xwe pêşkêşî her kesên ked dane vê xebata hilbijartinê dikin. Em bang li hemû kedkaran dikin ku ji bo biratiya gelan, demokrasî û aştiyê hewldanên xwe dewam bikin."

...