Gundê Alya hate rizgarkirin

Gundê Alya yê li rojavayê bajaroka Mebrûka ji çeteyan hate paqijkirin.

Gundê Alya yê li rojavayê bajaroka Mebrûka ji çeteyan hate paqijkirin.

Li gorî agahiyên ku nûçegihanên ANHA’yê ji herêmê ragihandin, li gundê Alya yê bi 46 kîlometreyan li rojavayê bajaroka Mebrûka û 9 km dûrî bajaroka Suluk a girêdayî Girê Spî ye, şevêdin di navbera hêzên YPG/YPJ û çeteyên DAIŞ’ê de pevçûnên dijwar qewimîn. 

Di pevçûnên ku heta îro heta saet 11.00’an dom kirin de gund bi temamî ji çeteyan hate paqijkirin û çeteyan gelek windahî dan. 

Der barê encamên pevçûnan de agahiyên zelal nehatin bidestxistin.