Kesên di êrîşa Amedê de jiyana xwe ji dest dan hatin bîranîn
HDP'ê encam û serketina hilbijartinê, diyarî kesên ku di mîtînga HDP'ê ya Amedê de ji aliyê destên tarî ve hatin qetilkirin, kir.
HDP'ê encam û serketina hilbijartinê, diyarî kesên ku di mîtînga HDP'ê ya Amedê de ji aliyê destên tarî ve hatin qetilkirin, kir.
HDP'ê encam û serketina hilbijartinê, diyarî kesên ku di mîtînga HDP'ê ya Amedê de ji aliyê destên tarî ve hatin qetilkirin, kir. Di bernameya bîranînê de Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Îdrîs Baluken diyar kir ku berpirsiyarê sereke yê qetilkirinê Serokkomar Erdogan û hikûmeta AKP'ê ye.
Rêxistina HDP'ê ya Amedê berî pîrozbahiya serketina HDP'ê li Qada Newrozê pêk bîne, li qada Îstasyonê ku êrîşa bombeyî pêk hat û 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û 402 kes jî birîndar bûn, bernameya bîranînê pêk anî. Di bernameyê de Hevserokê DBP'ê yê Giştî Kamuran Yuksek, Wekilê HDP'ê yê Amedê Îdris Baluken, Hevşaredarê Amedê Firat Anli, endam û rêveberên HDP û DBP'ê jî di nav de bi sedan kes amade bûn. Girseya ku li nuqteya teqîn lê pêk hat li hev kom bûn, kesên jiyana xwe ji dest dane bibîr anîn. Li vir Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamuran Yuksek, diyar kir ku kesê têkildarî komkujiyê hatiye girtin tê gotin ku endamê DAIŞ'ê ye û salekê li Rojava li dijî Kurdan şer kiriye. Yuksek, anî ziman ku ne pêkan e kesekî endamê DAIŞ'ê bi serê xwe bê li Amedê têkildarî siyasetê bibe û teqînek bi vî rengî pêk bîne. Yuksek, da zanîn ku teqez têkiliya vî kesî û şaxên siyasî ya Tirkiyeyê bi hev re heye.
Yuksek, anî ziman ku ew serketina HDP'ê diyarî kesên di vê komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane dikin.
‘SEROKKOMAR ERDOGAN Û HIKÛMETA AKP BERPIRSIYAR E’
Wekîlê HDP'ê yê Amedê Îdrîs Balûken jî li vir axaftin kir û destnîşan kir ku berpirsiyarê vê komkujiyê Serokkomar Tayyip Erdogan û hikûmeta AKP'ê ye. Balûken, destnîşan kir ku bi vê yekê hat plankirin û Tirkiyeyê bajo nava kaosek mezin, lê di vê plana xwe de bi ser neketin. Balûken, xwest ji niha û şûn ve kî dibe hikûmet û hikûmetek çawa çêdibe bila çêbibe divê peyama siyasî ya Amedê rast bixwînin.
Piştî bîranîne li şûna komkujiyê qurnefil hatin danîn. Wekîl, rêveberên HDP'ê û gel piştre derbasî qada Newrozê bûn.