Rêveberiya Kantona Efrînê HDP pîroz kir

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Efrînê bi daxuyaniyekê serketina HDP’ê ya di hilbijartinên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê de pîroz kir.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Efrînê bi daxuyaniyekê serketina HDP’ê ya di hilbijartinên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê de pîroz kir.

Têkildarî serketina HDP’ê ya di hilbijartinên giştî yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê de  Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Efrînê caxuyaniyek nivîskî weşand. 

Daxuyanî wiha ye: "Em weke Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Efrînê serketina HDP’ê li hemû gelê herêmê û hezkerên aştî û demokrasiyê pîroz dikin. Di serketina HDP’ê de dengê azadiyê ku li Kobanê, Til Hemîs, Kizwanan û Amûdê destpêkiribû mezin bû. Serketinên hêzên YPG/YPJ’ê yên li dijî çeteyan bi serketina HDP’ê ya li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê berdewam kir.

Gelê Kurd ê ku baweriya xwe bi aştî, demokrasî û biratiya gelan tê di Rêveberiya Xweseriya Demorkatîk a her sê kantonan de û di warê jiyana hevbeş de bi ser ket. Serketina HDP’ê ya di hilbijartinan de ew jî ruhê serketin û biratiya gelan a berxwedana Rojava ye û wê bigihêje hemû mirovahiyê. Serketina HDP’ê wê bibe serketina dengê jinan.

Serketina HDP’ê ne tiştekî ji nişka ve bû, li dû serketina wan mîrateya demdirêj a şehîdan ku xwe dispêre fikir û îdeolojiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan ê xwediyê felsefeya Neteweya Demokratîk heye.

Em careke din serketina HDP’ê li hemû gelê azadîxwaz û hezkerên demokrasiyê pîroz dikin."