Osman: Serketina HDP'ê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd firsend e

Siyasetmedarê ji Başûrê Kurdistanê Mahmûd Osman got, "Serketina HDP'ê serketina hevpar a gelên bindest ên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ye. Encamên hilbijartinê ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd firsendeke mezin e."

Mahmûd Osman da xuyakirin ku encamên hilbijartinê, pêşî li Erdogan ê ber bi dîktatoriyê ve diçû girtine û got, "Hêvîdarim siyaseta Tirkiyeyê wê vê baş bibîne û ji aliyê demokrasiyê ve biguhere. Hêvîdarim Tirkiye wê bibe xwedî sîstemeke hîn demokratîk û azad. Di çareseriya pirsgirêka Kurd de jî ne şer, rêyên demokratîk esas were girtin."

Osman destnîşan kir ku serketina HDP'ê di heman demê de serketina hemû Kurdan e û axaftina xwe wiha dewam kir: "Serketina Kurdên li parçeyekî di heman demê de serketina Kurdên li parçeyên din e. Ev serketina Kurdan a li Bakurê Kurdistanê, ji bo Kongreya Neteweyî derfetên mezin afirandiye. Hêvîdarim ev yek wê ji bo kongreyê veguhere derfetekê. Ji ber ku Kongreya Neteweyî ji bo Kurdan rewşeke pêwîst e."