YPG’ê nasnameya 3 şervanan aşkera kir

Navenda Çapemeniya YPG’ê nasnameya 3 şervanên YPG’ê yên di berxwedana rojavayê kantona Cezîrê jiyana xwe ji dest dan aşkera kir.

Navenda Çapemeniya YPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya 3 şervanên YPG’ê yên di berxwedana gundên rojavayê kantona Cizîrê de jiyana xwe ji dest dan aşkera kir. Daxuyaniya Navenda Çapemeniya YPG’ê ya li ser malpera fermî ya YPG’ê hate weşandin wiha ye:

“Pêngava me ya rizgarkirinê berdewame, hêzên me li rojavayê kantona Cizîrê bi serketinên mezin dewam dikin. Di berxwedana bi rûmet de sê şervanên me piştî bi xwîna xwe efsaneyên berxwedan û  wefedariyê nivîsandin, roleke sereke di pêngava rizgarkirinê de lîstin gihiştin şehadetê.

Em weke YPG/YPJ’ê careke din soza xwe dubare dikin ku em ê heta nefesa xwe ya dawî li ser rêya şehîdan bimeşin û em sersaxiyê ji hemû malbatên Şehîdên xwe re dixwazin.ˮ

Nasnameya şervanên YPG’ê wiha ye:

 

Nav û paşnav: Veysî Kaplan

Nasnav: Andok Dara

Navê dayik: Xanim

Navê bav: Esed

Cihê jidayikbûnê: Erzirom

Cih û dîroka şehadetê: Gundê Bedî yê Serêkaniyê/4-6-2015

 

Nav û paşnav: Fêsel El-Ferdî

Nasnav: Diyar Beyrean

Navê dayikê: Fatma

Navê bav: Mihemed

Cihê jidayikbûnê: AMED

Cih û dîroka şehadetê: Serêkaniyê/Gundê Camûs/6-6-2015

 

Nav û paşnav: Alhan Daghan

Nasnav: Kurtay Kendal

Navê dayikê: Gulbeyaz

Navê bav: Îlham

Cihê jidayikbûnê: Wan

Cih û dîroka şehadetê: Serêkaniyê/Gundê Bedî/4-6-2015