Hêzên YPG/YPJ’ê gundê Xefşa rizgar kirin
Şervanên YPG’ê gundê Xefşa ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin.
Şervanên YPG’ê gundê Xefşa ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin.
Şervanên YPG’ê gundê Xefşa ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin.
Li gor ajansa nûçeyan a ANHA’yê şervanên YPG/YPJ’ê di çarçoveya qonaxa duyemîn a Pêngava Fermandar Rûbar de îro saet di 17.50 de gundê Xefşa yê derdora 47 kîlometre li rojavayê bajaroka Mebrûka ya Serêkaniyê ye ji çeteyan paqij kirin. Der barê şer û pevçûnan de agahî nehatin bidestxistin. Şervanên YPG’ê xebatên paqijkirinê dan destpêkirin. Pêşveçûna şervanên YPG/YPJ’ê ya ber bi bajarokê Silûk ve dom dike.
Şervanên YPG/YPJ’ê saet di 15.40 de gundê Zîlan ê li heman herêmê û 8 kîlometre nêzî bajaroka Silûk e û 47 kîlometre li rojavayê bajaroka Mebrûka ya Serêkaniyê ye ji çeteyan rizgar kirin.